Gulsum Kav: Rojeva esas divê parastina jin û zarokan be

  • 09:15 16 Cotmeh 2018
  • Rojane
STENBOL-Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Gulsum Kav nîqaşên efûyê nirxand û got rojeva esas divê parastina jin û zarokan be û got: “Ev wê şîdetê normal bike. Her roj nûeyên şîdeta li ser jinê de tên weşandin û divê di vê pêvajoyê de efû ne di rojevê de be.
 
Nûnera Giştî ya Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin Gulsum Kav, diyar kir ku di hiqûqên navenda mirovî û hiqûqa ceza ya modernd de efû wek prensîp nayê redkirin û wiha pê de çû: “Ez ne li dijî efûyame. Lê naveroka pakêta wê girînge. Çi dihewîne ew girînge. Riha hatina rojevê ya pêşnûmeya efûyê ne rê ye. Yanî efû dikare bê lê divê rast û li ser hewcedariyên civakê bên.”
 
Gulsumê di berdewamiya axaftina xwe de dest nÎşan kir ku qanûna ku civak û rêxistinên jinan wek ‘qanûna Ozgecanê’ bin av kiriye, li ser hewedariya civakî hatiye û got: “Niha di pêşnûmeya efûyê ya derketiye pêşberî de tiştek wisa tune. Bi navê sûcdarên Mafyayê wê zirarê bidin civakê. Naveroka pêşnûmeyê jî her tim tê rojevê. Dema nîqaşên efûyê dema ewil hat rojevê, li ser berteka civakê hat diyarkirin ku wê sûcên li hemberî jin û zarokan nekeve çarçoveya vê. Lê dema mirov li vê jî dinêrin tê gotin ku sûcên bi qestî li dijî jin û zarokan pêk hatine. Lê em jî dizanin ku sûcên li hemberî jin û zarokan hatine kirin tenê bi vê ne sînorin. Gelek cureyên şîdetê hene. Em hema hema her roj dijîn.”
 
‘Şîdet tê normalkirin’
 
Gulsumê bi lêv kir ku rojeva esas divê parastina jin û zarokan be û got çarçoveya efûyê hîna zelal nebûye, lê pêşnûme bi vî awayî jin û zarokan naparêze û her wiha jî bi vê pêşnûmeyê şîdet tê normalkirin.