Kîbriye jî Seda jî ji ber serî netewandin hedef hatin girtin

  • 09:10 16 Cotmeh 2018
  • Rojane
ENQERE - Di operasyona li dijî rojnameger û siyasetmedaran de rojnameger Kîbriye Evren hat girtin û her wiha li rojnameger Seda Taşkin jî cezayên girtîgehê hat birîn. Hevpîşeyên wan bertek nîşanî mijaran dan û gotin: “Em kefîlên rojnamegeriya Sedayê ne. Kîbriye jî wek Sedayê ji ber rojnamegerî kir hedef hat girtin. Em wek rojnameger hemû vî sûcî dikin û wê berdewam jî bikin.”
 
Li rojnamgera Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin ku girtîbû di rûniştina 10’ê comtehê de ji sûcê ‘propagandaya rêxistinê’ 3 sal û 4 meh ji sûcê ‘alîkariya rêxistinê’  jî 4 sal û 2 meh ceza hatibû birîn. Rojnameger Kîbriye Evren jî di serdegirtina malan a 9’ê cotmehê de hat girtin û şandin girtîgeha Amedê. Hevpîşeyên rojnamegeran bertek nîşanî mijarê dan.
 
Rojnameger Gozde Çagri got ji roja Seda hatiye binçavkirin şopdarê dozê ne û wiha got: “Hem di faaliyetên rojnamegeriyê de hem jî di alî hevaltiyê de hiqûqa me bi Sedayê re hebû. Em kefîlê nav û rojnamgeriya Sedayê ne. Dema hat girtin ez hîn bûm ku di nasnameyê de navek din nivîsandiye. Hevdîtina bi çavkaniya nûçeyê re sûc tê hesibandin. Ev ne sûcdariyek ne tenê li hember Sedayê li hember pîşeya rojnamegeriyê ye. Di bin çavan de li hevala me lêgerîna tazî hat kirin. Em biryara derbarê Sedayê de red dikin. Ev biryar şerma demokrasiyê ye. Skandalek e.”
 
‘Me bi hev re nûçe şopand’
 
Burcu Yildirim a di Evrensel û Ekmek Gul de nûçegîhanî kir got wê Seda ji bo nûçeyên ku diçin Enqereyê nas kiriye û wiha pê de çû: “Me bi hev re dest bi pîşeyê kiribû. Ji ber vê ji nêz ve nas kirim. Kesek pir pozîtîf bû. Me çalakiyên aliyên têkoşîna maf dida dişopand. Me li wir hev û din nas kir. Çapemeniyên mezin şopandina wan mîtîngan, çalakiyan girîng nedidît. Dengê bêdenga bû. Li Sedayê bi sucdariyên komîk 7 sal û 6 meh ceza hatiye birîn. Hêviya min ev e ku em demek nêz de bi hev re dîsa nûçeyan bişopînin.”
 
‘Tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye’
 
Nûçegîhana MA'yê Dîren Yurtsever jî destnîşan kir ku cezayê li Sedayê hatiye birîn dijhiqûqî ye û got: "Di vê pêvajoya em dijîn de ku zext û êrîş li se rojnameger, akademîsyen û siyasetmedaran evqas zêde ye, parvekirinek biçûk a çapemeniya civakî jî sûc tê hesibandin. Lê ji bo rojnamegerek jin ji ber ku mîkrofona ajansê hilgirtiye, ev ceza birîn tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye."
 
Dîrenê daxuyakirin ku biryarên darazê ji siyasetê cudatir nikare bê destgirtin û got: “Sedayê gelek ji kişandina wêneyan hez dikir. Bê hiqûq ev 10 meh e girtiye.Wek Sedayê bi dehan hevalên me girtîne. Herî dawî di 9’ê cotmehê de hevala me Kîbriye Evreng hat girtin. Di vê operasyonê de bi sedan kes bi kêfî hatine binçavkirin. Ya Kîbriyeyê jî kêfî ye. Heta hevalên me bigihêjin azadiya xwe em ê têbikoşin.”