Pîvaza xwezayî ji bo îltîhabê derman e

  • 09:06 16 Cotmeh 2018
  • Rojane
Hîlal Rizgar
 
MEXMÛR - Doktor her dibêjin ku her cureyê giya û sebzeyê xwezayî ji bo laşê mirov gelek baş e û ji van yek jê jî pîvaz e. Ispata vê jî herî dawî li Mexmûrê hat dtîin.  Zarok bi navê Harûn Tellî ku li Mexemûrê dijî heskirina wî ya ji pîvazan bûye sedem ku di bedena wî de qet îltihab nemîne.
 
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ê gelek zarokên nexweşê down sendromu hene. Yek ji wan jî zarokê bi navê Harun Tallî yê 14 salî ye. Harun ê ku ji aliyê dayika xwe Eyşê Tallî ve hertim bi heskirinek mezin tê xwedîkirin û mezinkirin dayîka wî Ayşê wiha qala jiyana xwe ya penabertî û heskirina Harun a pivazan kir: “Ev 25 sal in em ji gundê xwe yê Mijîn ê girêdayî Qilabana Şirnexê penaber bûne. Di penabertiyê de me gelek zehmetî kêşand, heta me zarokên xwe mezin kirin me gelek êş kêşand.” 
 
Heskirina Harun ya li himber pîvazê
 
Dayîka Ayşê derbarê jiyana Harun û heskirina wi ya ji pîvazê de ev agahî da: “Harun, ji ber nexweşiya down sendromu pê re bû nedikarî weke zarokên din pêwîstiyên xwe yên jiyanî bi cih bîne. Em ji ber vê rewşa Harun her tim di nav liv û tevgerê de ne. Despêkê min nedizanî nexweşiya Harun çi ye heta ku min ew bir nexweşxaneyê  bijîşkan diyar kirin ku nexweşiya down sendromu bi Harûn re heye. Ji ber nexweşiya wî ez dem bi dem wî dibim nexweşxaneyê. Lê ji ber heskirina wi ya ji pîvazan her cara ku ez wî dibim doktor dibêjin ku di bedena wî de îltihab nemaye. Demekê bijîşkê lê nêrî wiha got: "Yekem kesê ku li  Iraqê îltihab pê re nehatiye ditin Harun e." 
 
Ayşê di bêje ku  Heskirina Harun ya li himber pîvazan ji zarokatiya wî ve heye û wiha berdewam dike Em êdî dizanin her cara ku em sifreya xwe datînin divê pîvaza Harun amede be. Canê wî hertim pîvaz dixwaze. Dema diçe dikanan jî dikandar hertim fêkiyên weke; muz, sêv, hinar û hwd, pêşkêşî wî dikin; lê ew hertim pîvazê dixwaze.”
 
Harûnê rû bi ken
 
Dayîka Ayşê destnîşan kir ku ew bi malbatî gelek ji Harûn hez dikin û wiha domand: “Harun di nava malbata me de gelek hêja ye û qîmeta wî li gel herkesi pir he ye. Ji aliyê xuşk û birayên xwe ve jî pir tê heskirin. Harun zarokek pir aqil û hêja ye. Dema ez pê re di axivim ji her gotinên min re rêzê digre. Tiştên Harun jê hez dike yên wekî; Govend û Stiranin, dema govend li derekê hebe ew jî cihê xwe li wir digire. Ji bo tenduristî û pêşeroja wî çi pêwîst bike tişta ji destê min bê ez ê pêk bînim. Harun ji bo min zarokek pir bedew e. Min Harun di şert û mercên pir giran de mezin kiriye.”
 
Dayîka Ayşê ji bo hemû dayîkên ku zarokên wan astengdar jî ev tişt gotin: “Pêwîst e em bi hemû hêza xwe xwedî li zarokên xwe derkevîn. Ferqê nexin navbera zarokên xwe yên astegdar û yên din. Zarokên astegdar zêdetir eleqedarî dixwazin. Li gorî vê pêwist e di her aliyî de ji bo kesên astegdar eleqederiyek baş were nişandan.”