'Destdirêjiya li dijî jin û zarokan destdirêjiya li dijî civakê ye'
- 09:01 16 Cotmeh 2018
- Rojane
Rojda Seyid Xan-Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Mûna Abd El-Selam di derbarê destdirêjiya li ser jinê û bandora wê ya derûnî ya li ser civakê wiha got:"Li dijî destdirêjiya li ser jinê divê têkoşîn û xebatek hevpar bê kirin. Divê di vî warî de hemû civak bên hişyarkirin û perwerdekirin. Destdirêjiya li dijî jin û zarokan destdirêjiya li dijî civakê ye."
Endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Muna Abd-El-Selam di derbarê destdirêjiya li ser jinê û bandora wê ya derûnî ya li ser civakê fikrên xwe anî ziman û got:"Mijara destdirêjiya li ser jinê û zarokan mijarek civakî ye û divê ku em vê mijarê bi awayekî cidî bigirin dest. Ji ber ku tê zanîn jin bingeha civakê ye. Lewma jî erka li ser milê civakê ew e ku jinê biparêze. Destdirêjî ya li dijî jin û civakê divê bi awayekî berfireh mirov li ser bixebite da ku bi dawî bibe."
'Ji ber destdirêjiya li dijî jinê zarok û civak jî derûniya wan ne baş dibe'
Mûnayê wiha domand:"Ji ber destdirêjiya li dijî jinê zarok û civak jî derûniya wan ne baş dibe. Malbat gelek caran ji ber destdirêjiyê newêrin ku zarokên xwe tenê bişînin derekê. Di vê mijarê de divê mamosteyên dibistanan jî alîkariyê bide zarok û malbatan. Divê li pirsgirêkên wan guhdar bikin û bi wan re têkeve nava piştevaniyê. Em weke rêxistina Sara me ev xal berçav girtin û me hewil da ku em nêzîkatiyek rihet bi zarokan re bidin ava kirin. Me weke gotûbêjekê li dar xist, ji bo ku malbat zarokên xwe ne tirsînin. Ji ber ku ev bûyer bi avakirina tirsê nayê çareserkirin, bi zanebûna fikrî dikare were çareserkirin. Dema ku pirsgirêkek derket divê zarok bikaribe bi dayika xwe parve bike û alikariyê jê bigire."
'Destdirêjiya li dijî jin û zarokan destdirêjiya li dijî civakê ye'
Mûnayê diyar kir ku ji bo destdirêjiya li dijî jinê bi dawî bibe divê bi taybet jin xwe bi rêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku di destpêkê de jin xwe birêxistin bikin ew ê ev yek ji bo civakê jî bibe mînakek berbiçav. Bi rêxistinbûyinê û bi piştevaniyek xurt pirsgirêk dikarin çareser bibin. Li dijî destdirêjiya li ser jinê divê têkoşîn û xebatek hevpar bê kirin. Divê di vî warî de hemû civak bên hişyarkirin û perwerdekirin. Destdirêjiya li dijî jin û zarokan destdirêjiya li dijî civakê ye. Mijara destdirêjiya li ser jinê û zarokan mijarek civakî ye û divê ku em vê mijarê bi awayekî cidî bigirin dest. Ji ber ku tê zanîn jin bingeha civakê ye. Lewma jî erka li ser milê civakê ew e ku jinê biparêze. Destdirêjî ya li dijî jin û civakê divê bi awayekî berfireh mirov li ser bixebite da ku bi dawî bibe."