ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2018'AN
- 09:00 16 Cotmeh 2018
- Rojev
*Endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Mûna Abd El-Selam di derbarê destdirêjiya li ser jinê û bandora wê ya derûnî ya li ser civakê wiha got:"Li dijî destdirêjiya li ser jinê divê têkoşîn û xebatek hevpar bê kirin. Divê di vî warî de hemû civak bên hişyarkirin û perwerdekirin. Destdirêjiya li dijî jin û zarokan destdirêjiya li dijî civakê ye."
DÎMEN HEYE
*Jina Ereb Rîm Silo piştî ku ji ber rewşa şer ji Şamê ya paytexta Sûriyeyê koçî Dêrikê kir û ji bo debara xwe bike froşgehek şêraniyê vekir got:"Dema ku ez ji şer reviyam Rojavayê Kurdistanê ji bo ku ez li ser piyên xwe bisekinim û destên xwe li ber tu kesî venekim min firoşgeha şêraniyê vekir. Divê em jin li berxwe bidin û civakê li ser piyan bihêle. Jin bi hêz û baweriya xwe civakê li ser piyan dihêle."
*Doktor her dibêjin ku her cureyê giya û sebzeyê xwezayî ji bo laşê mirov gelek baş e û ji van yek jê jî pîvaz e. Ispata vê jî herî dawî li Mexmûrê hat dtîin. Zarokê bi navê Harûn Tellî ku li Mexemûrê dijî heskirina wî ya ji pîvazan bûye sedem ku di bedena wî de qet îltihab nemîne.
*Hevberdevka Meclîsa Jinan a DÎK’ê Huda Kaya diyar kir ku li dijî feraseta olî ya desthilatdar û mêr divê jin gavên mezin mezin bavêjin û got: “Birêz Ocalan yek ji kesên ku riya Kongreya îslamî ya Demokratîk û heqîqetê vekiriye ye. Em dikarin jin û mêran ji feraseta serdest ya mêr û ol ya jinan dike kole û cuda dibîne, rizgar bikin û azad bikin.”
*Di operasyona li dijî rojnameger û siyasetmedaran de rojnameger Kîbriye Evren hat girtin û her wiha li rojnameger Seda Taşkin jî cezayên girtîgehê hat birîn. Hevpîşeyên wan bertek nîşanî mijaran dan û gotin: “Em kefîlên rojnamegeriya Sedayê ne. Kîbriye jî wek Sedayê ji ber rojnamegerî kir hedef hat girtin. Em wek rojnameger hemû vî sûcî dikin û wê berdewam jî bikin.”
*M.L ya ku ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve rastî tundiya sîstematîk hat roj bi roj tiştên ku jiya û heta îro hatiye vegot. M. ku li dijî tundiya psîkolojîk têkoşîn da û got wê herî dawî dest ji wî mêrî berdaye û jina xurt afirandiye.
*Mamosteyê li dibistaneke Karabaglarê Îstîsmara zayendî li zarokan kir, dadgehê biryar da ku zarok ji nû ve bên gûhdarkirin û rûniştin taloq kir. Parêzer Ceren Şen balkişand ser travmaya ku wê carek din bi guhdarkirinê pêk bê û bertek nîşanî biryarê da. DÎMEN HEYE
*Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Gulsum Kav nîqaşên efûyê nirxand û got rojeva esas divê parastina jin û zarokan be û got: “Ev wê şîdetê normal bike. Her roj nûeyên şîdeta li ser jinê de tên weşandin û divê di vê pêvajoyê de efû ne di rojevê de be.