Polîsê ku zewaca bê riza ji nedîtî ve mûzîk da rawestandin
- 17:10 15 Cotmeh 2018
- Rojane
MÛŞ - Zarokê 15 salî û jina 23 salî bi biryara malbatê li gel ku polîs hatin agahdarkirin jî hatin zewicandin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku jina nexwest bi zewice ber bi întîharê ve tê dafdan.
Li Mûşê zarokê bi navê E.Ş (15) bi jina bi navê G.Ş. (25) ku hat aşkerakirin dotmama wî ye li ser daxwaza malabtê hatin zewicandin. Li ser agahdarkirina kesên tevli dawetê bûn polîs hatin cihê dawetê lê hat diyarkirin ku tu mudaxele nehatiye kirin. Hat diyarkirin ku polîsê mudaxeleyî vê bêhiqûqiyê nekirin tenê mûzîk rawetandiye û ji cih dawetê çûye.
Li gorî agahiyên ji şahidên bûyerê hatin girtin, hat diyarkirin ku aramanca vê zewacê tenê ji bo ku j G.Ş. bi kesekî ji malbateke din re neyê zewicandin e û hat diyarkirin ku jina li ser daxwaza malbatê hatiye zewicandin jî ji ber ku naxwaze ber bi întîharê ve hatiye dafdan.