'Bêdengiya Navnetewî şermeke dîrokî ye'

  • 15:02 15 Cotmeh 2018
  • Rojane
HESEKÊ - Meclisa Kongreya Star li Bajarokê Qibûr Qerajina û Xera yê ya bajarê Tiltemirê bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bêdengiya Navnetewî li hember dagirkirina Efrînê şermeke dîrokî ye.
 
Di çarçoveya hemleya sêyemîn a ku Kongreya Star da destpêkirin de civîn, semîer û daxuyaniyê didomin. Di çarçoveya vê hemleyê de bi hezaran jinî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin û di nava têkoşînê de ne. 
 
Îro Meclisa Kongreya Star li Bajarokê Qibûr Qerajina di heman demê de li Xera yê ya bajarê Tiltmirê daxuyaniyek dan raya giştî. Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkên Meclisên ve hatin xwendin, bi dehan jin tevlî bûn. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Tirkiyê Efrîn dagir kir di heman demê de êrîşî nirxên gelê wê kirin, demografiya herêmê didin guhertin, jin rastî tecawizê tê hember hemû kiryarên dij-mirovî yê Tirkiyê Netewên Yekbûyî û hemû cîhan bêdeng e. Bêdengiya Navnetewî şermeke dîrokî ye. Erdogan ê ku bi agir dilîze dê wî û hemû hevalbendên wî bişewitîne, wîcdan êdî hovetiya Tirkiyê qebûl nake. Tirkiyê tevî hemû îşkenceyên bi ser gel de dide meşandin welatiyan direvîne û malên gel ku bi keda wan hatiye avakirin dişewitîne û dirûxîne. Tirkiyê Zeyîtûnên Efrînê difroşe Idilib û Ezazê. Berxwedana gelê Efrînê ku ketiye merheleya duyemîn didome. Dîrok tu carî destanên lehingiyê ji bîr nake, dê rojek were em ê bi hev re Efrînê azad bikin û ji nû ve ava bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Berxwedana Efrîn" bi dawî bû.