RJAK'ê li dijî şîdeta li ser jinan banga têkoşînê kir
- 11:54 15 Cotmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li ser zêdebûna kuştin û xwe kuştinên jinan ên bi gûman û dagirkeriya di 16’ê Cotmehê de pêk hat, daxûniyek weşand û li dijî şîdeta li ser jinan banga xwe rêxistinkirin û têkoşînê li jinan kir.
Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe kuştin û xwe kuştinên bi guman yên jinan zêde dibin. Salek di ser bûyerên 16’ê Cotmehê yên pêk hatin re derbas dibe ku wê demê gelek jin li Xûrmatûyê rastî destdirêjiyê hatibûn. Li ser vê yekê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) hem ji bo salvegera bûyerên 16’ê Cotmehê hem jî li ser tundiya li dijî jinan daxuyaniyek nivîskî weşand.
RJAK sedema zêdebûna kuştin û xwekuştinên jinan li başûrê Kurdistanê sipart hewldanên dagirkeriya Tirk ya Herêma Kurdistanê û got ku herî zêde di 16’ê Cotmehê de kurd û jinên kurd yên li herêmên nakokî li ser hene di dema Referandûmê de bi tundî û êrîşan re rûbirû mabûn.”
RJAK’ê di dawiya daxuyaniyê de ji bo dawî anîna li tundiya li ser jinan banga xwe rêxistinkirinê li jinan kir û eşkera kir ku divê jin li başûrê Kurdisatnê û Iraqê xwedî helwesteke hestyar be û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Pêwîste weke jinên kurd li hemberî hemû hêzên dagirker ku destdirêjî li ser axa me û me kirin, li Kurdistan û Iraqê xwedî helwest bin. Bi taybet divê qonaxê de ku Kurdistan di demek gelek hestyar re derbas dibe, divê em bêdeng nemînin. Ji bo vê em di serî de bang li jinan û li hemû Gelê Kurd dikin ku li hemberî tundiya tê kirin bêdeng nemînin û xwedî helewest binç.”