Doza Nisêbînê ya 53 kes jê tên darizandin dest pê kir

  • 11:27 15 Cotmeh 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - 4’emîn runiştina doza 53 kesên ku di qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê de piştî hatin tahliyekirin, hatin girtin îro destpê kir. 
 
Li Nisêbînê di dema qedexeya derketina derve de di 26'ê Gulana 2016'an de 53 kesên ji taxê hatin tahliyekirin  piştre hatibûn girtin. Kesên ku hatibûn girtin 4'emîn daneşîna doza wan îro li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê li salona Konferansê ya Midûriyeta SGK’ê bi kontrolkirina nasnameyan dest pê kir.