‘Dixwazin windayên me bi me bidin jibîrkirin’

  • 09:04 15 Cotmeh 2018
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL- Emîne Kaya ya 22 sal berê bav û apê xwe winda kir û her hefte li Qada Galatasarayê li edeletê digere balkişand ser zextên li ser çalakiya dayikên şemiyê û got hewl tê dayîn ku tiştên hatine jiyîn bi wan bidin jibîrkirin û got ne yeke ne du ye, wê kîjanê paqij bikin?
 
Di 1996’an de li Guçlukonak a Şirnexê Ahmet Kaya û birayê wî Halît Kaya bi 11 kesî re hatin binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin. Keça Ahmet Kaya, Emîne Kaya ev 22 sal e li bavê xwe digere û ev 20 sal e di çalakiya Dayikên Şemiyê de cih digire.
 
Emîneyê wiha got: “Ji ber ku em kurd in ev tişt tên serê me. Em her hefte li vir runiştin. Jiyana me li Galatasarayê derbas bû. Ev der ji bo me girîng e.” Emîneyê bertek nîşanê qedexekirina Qada Galatasarayê jî da û bi lêv kir ku dewlet dixwaze xizmên windayan di tarîtiyê de bifetisîne. 
 
‘Dixwazin ji hişê me bidin paqijkirin’
 
Emîneyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çalakiyên me bûyerên hatine jiyîn teze dihêle. Ji ber vê dixwazin ji bîra me bibin. Lê ne yek, ne du ne jî sê. Bi sedan winda hene. Wê kîjanê bidin jibîrkirin. Em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Em yek kes jî bimînin wê ev têkoşîn bidome. Di hefteya 700’î de mudaxale kirin. Wêneyên bav û apê min girtin. Min dayikek 80 salî bi zor ji destê wan xilas kir.”
 
Emîneyê destnîşan kir ku tevî her tiştî wê têkoşîna xwe berdewam bike û wiha dawî lê anî: “Em ê hesabê windayên xwe bipirsin. Canek heye û ew jî tê windakirin. Em her şemiyê diçin wêneyên wan hildigirin û aqûbetê dipirsin. Me wekê din tiştek ji dewletê nexwest. Kujer li kolanan digerin. Li ber çavê me ne. Hema bila yek bigirtana, yek ceza bikirana. Yên wek Tansu Çîler, Mehmet Agar di kêfê de dijîn. Em dixwazin kujerên bav û apê min bên darizandin. Em kulmek ax ku em bikaribin biçin serdana wan dixwazin.”