'Em ê bi berxwedanê planên Erdogan vala derxînin'

  • 09:02 15 Cotmeh 2018
  • Rojane
Tolîn Muhemed 
 
ŞEHBA - Di derbarê rêze civînên  li ser rewşa siyasî ku ji aliyê  Meclisa Kantona Efrînê ve hatin li darixistin, Meclîsa Navçeya Ehdes ya girêdayî Kantona Şehbayê ji bo şîrovekirina civînan û  rewşa siyasî ya dawî, tecrîd li ser Rêberê PKK’ê  Abdulah Ocelan civînek bi beşdarbûna gelê navçeya Ehdes li darxsit. 
 
Di derbarê rêze civînên  li ser rewşa siyasî ku ji aliyê  Meclisa Kantona Efrînê ve hatin li darixistin, Meclîsa Navçeya Ehdes ya girêdayî Kantona Şehbayê ji bo şîrovekirina civînan û  rewşa siyasî ya dawî, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê  Abdulah Ocelan civînek bi beşdarbûna gelê navçeya Ehdes li dar xsit.  Jinên ku beşdarî civînê bûn tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Oclana  bi tundî şermezar kirin û gotin:” Tu carî em ê qebul nekin ku dewleta tirk a dagirker tecrîda giran li ser Rêber Apo dewam bike. Dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe û pêlanên ku li ser Efrînê û gelê kurd çêdike wê nikaribe îradeya me bişkîne.  Ji ber ku îradeya me ji siyaset û pêlanên wî mezintire. ”
 
Rêvebera Komîna 1’ê ya Navçeyê Ehdes Henîfe Osman a ku nirxandin kir wiha got" Ji bo ku em rewşa siyasî ya deqewime nas bikin Meclîsa NavçeyA Ehdes civînek ji bo şîrovekirina rewşa siyasî li darxist ,di civînê de herî zêde li ser êrîşên dewleta tirk  û pêlanên ku li ser gelê kurd dike hatin nirxwendin.  Em jî wek jinên Efrînê tu carî qebul nakin ku Dewleta tirk a dagirker tecrîda giran li ser Rêber Apo dewam bike.”
 
'Heta dawiyê wê têkoşîna me bidome'
 
Di nav gotinên xwe de Henîfa Tecrîda giran a li ser Rêber Apo şermezar kir û wiha got:”Em wek jin heta dawiyê em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin û ji bo azadiya wî her tim tekoşînê bidin. Dewleta tirk bi êrîşên xwe nikare gelê kurd tune bike û ji bo vegera Efrînê pêwîste her kes tekoşînê bide.”
 
'Em bi felsefeya rêberê xwe xwe birêxistin dikin'
 
Jina bi navê Efyet Ekaş Xelîl jî diyar kir ku ew wek jinên Efrînê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dijîn û xwe bi rêxisitn dikin û wiah got: "Ji bo  vegera Efrînê em ê heta kêliya dawiyê berxwedanana xwe berdewam bikin û Efrîna xwe ji desitê komên çete yên girêdayî dewleta tirk rizgar bikin.  Dewleta tirk bi êrîşên xwe û pêlanên ku li ser Efrînê û  li ser gelê kurd çêdike wê nikaribe îradeya me bişkîne.  Ji ber ku îradeya me ji siyaset û pêlanên wî mezintire.”
 
'Wê hêza be zêdetir bibe'
 
Endama Kongireya Star Hemîd Hesen jî da zanîn ku derketina wan ji Efrînê bandorek mezin li ser wan kir, lê ji ber ku li ser fikir û felsefeya rêberê xwe dijîn ew berxwedana xwe berdewam dikin û ev tişt got: ” Ji bo em rewşa siyasî a ku li derdora me pêşve diçe fam bikin  û li gorî wê amdekariya xwe bikin îro li Navçeya Ehdes civîn ji bo şîrovekirina rewşa siyasî ya dawî hat li darxsitin. Piştî vê civînê em rêxistina xwe bi hêztir bikin” 
 
Di heman demê de jina ciwan a bi navê Esmehan Misto jî anî ziman ku  Piştî ji Efrînê derketin li Kantona Şehbayê bi cih bûne ,her wiha ji ber ku rewşa siyasî her diçe awrte dibe li seranserî Kantona Şehbayê civîn ji bo şîrovekirina rewşa siyasî û Tecrîda li ser Rêber Apo tên li darxistin û wiha dirêjî da axafitina xwe: " Wekî ku tê zanîn komploya li dijî Rêber Apo ji komploya li dijî Efrînê cuda nikare bê destgitin. Ez  tecrîda giran a li ser Rêber Apo û cezayê disiplînê yê ku 6 mehan lê hatiye birîn şermezar dikim. Hêviya me mezin e û baweriya me bi şervanên azadiyê heye ku wê di demek nêz de Efrînê rizgar bikin û her kes vegere ser axa xwe.”