ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2018'AN
- 09:00 15 Cotmeh 2018
- Rojev
* Di derbarê rêze civînên li ser rewşa siyasî ku ji aliyê Meclisa Kantona Efrînê ve hatin li darixistin, Meclîsa Navçeya Ehdes ya girêdayî Kantona Şehbayê ji bo şîrovekirina civînan û rewşa siyasî ya dawî, tecrîd li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan civînek bi beşdarbûna gelê navçeya Ehdes li darxsit.
*Endama Platforama Jinan a Şahmaran a Mêrdînê Meltem Aslan derbarê êrîş û qetilkirina jinan ku zêde bûne de nirxandin kir. Meltem, got ku ji ber polîtîqayên hikûmetê tundiya li dijî jinê gellek zêde bûye û anî ziman ku tundiya li dijî jinê girêdayî perwerdehiyê ye.
*Belavkara Rojnameya Yenî Yaşam Hayat Ozmez ku di çarçoveya operasyona navenda wê Amed bû de hat binçavkirin û piştre hat berdan, diyar kir ku polîsan di binçavan de gotine ‘Em ê we bibin stargeha sewalan’ û bi lêv kir ku ew rastî binpêkirinên mafan yên cidî hatine. DÎMEN HEYE
*Berpirsa Têkiliyê Derve ya Partiya Gel a Lubnanê Sanaa Debbag bi lêv kir ku jin li her derê hedefa heman projeya ne û got: “Em dibînin ku kaosa li Tirkiyeyê bandorek çawa li ser jin û civakê dike. Hewcedarî bi têkiliyek cidî ya têkoşîna jinê heye. Ev berxwedanek e. Divê em vê xetê berfireh bikin.”
*Emîne Kaya ya 22 sal berê bav û apê xwe winda kir û her hefte li Qada Galatasarayê li edeletê digere balkişand ser zextên li ser çalakiya dayikên şemiyê û got hewl tê dayîn ku tiştên hatine jiyîn bi wan bidin jibîrkirin û got ne yeke ne du ye, wê kîjanê paqij bikin?
*Siyasetmedara HDP’î Gulay Gun Bîlîcî, operasyonên qirkirina siyasî yên bi hinceta ‘şahidê veşarî’ hatiye kirin, nirxand û da zanîn ku şahidê veşarî ji bilî serokomar Tayyîp Erdogan kesek din nîne û wiha got: “Şahidê veşarî Tayyîp Erdogan e. Bi gotinên ji devê kesekî derdikeve îfadeya şahidê veşarî tê amadekirin. Îfadeya kesekî ne zelal e, ji ber vê ev kes dernakevin holê.”DÎMEN HEYE
*Dayikên Aştiyê bertek nîşanî bêdengiya li hemberî tecrîda li Îmraliyê dan û wiha gotin: “Ev bêdengî ji bo çi ye gelo? Em bang li jinan dikin. Bila hemû dest bidin hevdu. Bila vî şerî bidin sekinandin. Sedema şer tecrîd e. Wek fîzîkî tecrîd tune ye. Ev gel hemû di bin tecrîdê de ye.”
*Welatiyên li Edenê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên aborî yên hikûmetê êdî nikarin debara xwe bikin û gotin: “Bila hikûmet û çapemenî derewan nekin û nebêjin ‘yên stokê dikin krîzê derdixin’. Bila li bazaran li rewşa me binêrin.”