Li Colemêrgê qeza : 2 zarokan jiyana xwe ji dest da
- 15:04 14 Cotmeh 2018
- Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê, mînîbus wergeriya şerampolê û ji heman malbatê 2 zarokan jiyan xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.
Mînîbusa plakeya 04 P 4258 a ajokariya wê Îbrahîm Akar dikir a ji gundê Peyanîs a Colemêrgê dihat navenda bajêr, li nêzî Taxa Gare ya Bajaroka Duranekaya wergeriya şerampolê
Di qezayê de ajokar Îbrahîm Akar (33), hevjîna wî Gonul Akar (33), zarokên wan Gulten (16), Îrfan (13), Cansû (5), Gulbahar (4) û Cennet (1) û xwişka ajokar Nahîde Akar (21) birîndar bûn. Ambûlansê hatin cihê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Cansû Akar (5) û Îrfan Akar (13) ên anîn nexweşxanê, ligel hemû mudaxileyan jiyana xwe ji dest dan. Dermankirina birîndarên din ên li nexweşxanê didome.