ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2018'AN
- 09:00 14 Cotmeh 2018
- Rojev
* Jina bi navê Fatima Omer a ku li çanda resen xwedî derdikeve û debara xwe bi keda destên xwe dike got:"Jin jî dikare debara xwe bi destên xwe bike. Em jinên kedkar in û em fêrî rawestandinê nebûne. Ji ber ku karê bi destên jinan tê kirin pîroz e û ne şerm e divê jin her çalak bin." DÎMEN HEYE
* Seroka Komeleya Piştevaniya bi Girtîgehan re ya Îzmîrê Selma Altan diyar kir ku ji bo girtî di bin şert û mercên mirovane de bijîn dewlet berpirse û wiha berdewam kir: “Lê em îro dinêrin ku zext û binpêkirinên mafan bi talîmata wezareta dadê pêk tên.”
*Karîkatorîst Asli Alpar bi malbata xwe ya ji 4 kesî pêk tên, li 40 pisîkan dinêrin û ji bo lêçûna beytar pêk bîne, portreyan xêz dike. Asli diyar dike ku bi riya piştevaniyê hem wê bikaribin lêçûna beytar bidin û hem jî bibin parçeyek jiyana hevalên derdora xwe.
*Sultan Yaşar a ev salek û nîve ji ber hinceta qedexeya hevdîtinê nikare biçe hevdîtina hevjînê xwe got ev meheke hevdîtina telefonê jî nikarin bikin û got: “Wê kî bibe dengê me? Hevjînê min miriye an maye em nizanin. Em malbat divê tora têkoşînê bihûnînin.” BI DÎMEN
*Hevberdevka HDK’ê ya Edenê Olcay Susgun bertek nîşanê binçavkirin û girtina siyasetmedar û rojnamegeran da û diyar kir ku ev operasyon bi hilbijartinên herêmî re girêdayî ye û got heta yek kes bimîne wê têkoşîna xwe bidomînin.