Xizmên Windayan bertek nîşanî operasyonan dan

  • 16:38 13 Cotmeh 2018
  • Rojane
AMED - Xizmên Windakiriyan li Amedê aqûbeta Mûhsîn Taş û Yilmaz Gumuş pirsîn. 
 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi armanca “Windahî bên dîtin û faîl bên darizandin” 505’emîn çalakiya rûniştênê ya vê heftê pêk anîn. Çalakî li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Xizmên windakiriya, rêveber û endamên ÎHD’ê û Parlementerê CHP’ê yê Rihayê Azîz Aydinlik beşdarî çalakiyê bûn.
 
Sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Asal Acer di çalakiyê de axivî û wiha got: “Li herêmê bi sedam mirov ji aliyê hezên ewlekariyê ve hatin kuştin. Bi van komkujiyan sûcê mirovahiyê tê kirin. A rast ew ku ev sûcê mirovahiyê bê qebûlkirin. Ev pergala ku dilê dayîkan dişewîtine, dayik dê bitêkoşîna xwe hesab ji wan bipirse. Hûn van sûcên xwe qebûl bikin û hesap bidin. Em dixwazin faîl bên dîtin, darizandin û ceza kirin. Divê faîl ji dayîkan lêborîn bixwaze.  
  
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê Îrfan Ekîncî jî, çîroka Mûhsîn Taş ê li Şirnexê hat binçavkirin û windakirin vegot. Îrfan, diyar kir ku di operasyona leşkerî ya 14’ê Cotmeha 1993’yan a li herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê pêk hat de, Mûhsîn Taş ji çokê xwe birîndar bû. Îrfan, da zanîn ku Muhsin di saet 05.00’ê rojê de ji aliyê leşkerên dibin fermandariya Serdar Cemal Tamîzoz ve hat binçavkirin û wiha got: “Muhsin di wê saetê de birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Taş ji aliyê Dr. Palpas vê tê mûayene kirin. Bijîşk dibêje dibê Taş bişînin Mêrdînê. Li ser vê yekê di heman rojê de Taş teslîmî Serdarê Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê Erol Tuna tê kirin. Dûre Muhsin dibin polîklînîka Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê û ji aliyê Bijîşk Can ve tê mûayene kirin. Lê ji 9’ê Mijdara 1993’an ve agahî ji Taş nayê girtin. Ji malbatê re gotin Taş di operasyonê de reviyaye. Gelo kesekê ku çonkê wî birîndar çawan dibe ku di operasyona ser çiyayê de bireve?  Piştî salên dirêj, DMME Tirkiyeye ji ber winda kirina Mûhsin Taş mehkûm kir.