Tecrîda li ser Abdulah Ocalan ji aliyê hiquqî ve hat nirxandin
- 15:05 13 Cotmeh 2018
- Rojane
KOBANÊ - Rêxstina Kongira Star ya Kobanê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan dewam dike civîneke di çerçoveya hiqûqî de li dar xist.
Bi amedebûna hemû sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweseriya demokratîk, Yekîtiya Jinên Ciwan/Yekîtiya Ciwanên Rojava, komîn û meclîsên Kobanê rêxistina Kongira Star civîneke hiquqî di derbarê rewşa rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan de li navenda çand û hûnera Baqî Xido li dar xistin.
Civîna ku ji aliyê endamên meclîsa edaletê û parêzeran ve hat çêkirin bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê jî endamê meclîsa Edaletê Faruq Sinko zagonên nav dewletî ku ji bo parastina mafên mirovan hatine danîn xwendin û got: "Hemû zagon û madeyên ku di saziyên nav netewî de hatine danîn çima heta niha di pêkanîna wê de lewazî derdikevin? Lê mixabin ev zagon hemû jî tenê axaftin in û piratîk tune ye. Ev yek jî dide diyar kirin ku hemû dewletên mafên mirovan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî dixebitin. Ji bo vê jî doza Rêber Abdullah Ocalan bi taybetî û gelê kurd, dozeke siyasî û huquqî ye, ne dozeke kirina sucekê ye. Ji bo vê jî em bang li hemû sazî û dezgeyên navneteweyî dikin ku ji bo rewşa Rêber Apo hestiyar tev bigerin."
Her wiha endama dîwana edaletê Rewşen Hacim jî di destpêkê de rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da nasîn û wiha got: "Komploya navdewletî ku li ser Rêber Apo de pêk hat, tê wateya şikandina hemû hevpeymanên mirovahiyê. Her wiha niha jî di tecrîdeke giran de derbas dibe û tu agahî di derbarê rewşa wî de nayên dayîn. Parêzerên Rêber Apo xwest ku serdana wî bikin, lê heta niha 750 serlêdan hatine red kirin. Ji bo vê jî li gor hemû sînorên zagonên navnetewî yên mirovahî kiryarên dewleta Tirk yên li di derheqê Rêber Apo de binpêkirina hemû zagonan e. Ji lewra erka hemû sazî û dadgehên ku bi van mijaran re mijûl dibin li ser tecrîda di Îmraliyê de rawestin û rewşa Rêber Apo di ber çavan re derbas bikin."
Herî dawî jî Parêzer Mihemed Taya wiha got:"Tecrîda ku li ser Rêber Apo ye li ser hemû gelên Rojhilata Navîn e. Şidet û girtina li ser Rêber Apo tê wateya astengkirina belavbûna Felsefeya wî. Ji ber ku îdeloejiya wî alîkariya hemû gelên Rojhilata Navîn kir loma yên ku tenê berjewendiyên xwe difikirin li dijî vê yekê derdikevin."
Civîn bi dirûşma 'Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.