Rojnameger Kadîr Bagdu hat bibîranîn
- 14:37 13 Cotmeh 2018
- Rojane
EDENE – Malbat, parêzvanê mafê mirovan û nûnerê partiyên siyasî rojnameger Kadrî Bagdu yê 4 sal berê li Edeneyê dema li ser duçerxa xwe rojname belav dikirin hat qetilkirin bibîr anîn.
Rojnameger Kadrî Bagdu yê 4 sal berê di 14’ê cotmeha 2014’an de li taxa Ova ya navçeya Seyhana Edeneyê dema li ser duçerxa xwe rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin belav dikir hat qetilkirin, ji aliyê malbat, parêzvanê mafê mirovan û nûnerê partiyên siyasî ve hat bibîranîn. Bîranîn li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê pêk hat û malbat, parêzerê Bagdu, hevalên wî rojnaemger, rêveberên ÎHD, HDP’ê, HDK’ê beşdar bûn. Pankarta “Kujerên Bagdu li ku ne” hat daliqandin.
Rêveberê ÎHD’ê parêzer Ozgur axivî û diyar kir ku dosyeya Bagdu jî hildane nav dosyeyên kiryar ne diyar û got: “Tevî ku 4 sal derbas bû û asta lêpirsîn gihîştiyê me bi fikar dike. Li Tirkiyeyê hiqûqa ne cezakirinê heye. Ev yek jî zirarê dide hiqûqa navxweyî û navneteweyî. Em bang li rayedarên mulkî yên Edeneyê dikin ku demildest bûyerê ronî bikin û kujeran bidin girtin.”
Parêzerê Kadrî, Tugay Bek jî bi bîr xist ku Kadrî Bagdu 15-16 sal bê navber rojnameyan belav kir û got: “Nedîtina kujerên Kadrî ya heta îro desthilatdariya siyasî dibe asteng. Lê em ê bibin şopdarê dozê.”
Hevjîna Kadrî, Şemsa Bagdu jî destnîşan kir ku ew dixwaze kujer demildest bên darizandin û wiha got: “Em ê her tim xwedî li kevneşopiya çapemeniya azad derkevin. Xwedî derketinek wiha rûmetê dide me. Tekane daxwaza me ew e ev şerê qirêj bê sekinandin. Bila êdî kes nemire. Ez ê dest ji doza xwe û heta kujer neyên dîtin berendim. Em qatilan nas dikin. Em ê xwedî li têkoşîn wî derkevin.”
Her dawî Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tural jî axivî û got: “Kiryar ne diyar nîne. Em kiryaran nas dikin. Heta kiryar bên darizandin em ê têbikoşin.”
Kadîr sibê saet di 15.00’an de li gora xwe ya li Goristana Kuçukoba ji aliyê malbat û hempîşeyên xwe ve bê bibîranîn.