Parlamenterên HDP’ê:Operasyon tirsa wan nîşan dide
- 09:14 13 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Parlamenterên HDP’ê diyar kirin ku li dijî kesên serî natewînin operasyona girtin û binçavkirinê pêk tê û di heman demê de operasyon mudaxaleya li hember têkoşîna jinê ye. Parlamenteran got ev êrîşên li hemberî jinan di esasê de tirsa wan a li hember jinê nîşan dide.
Li 9 bajarî li hember 200 navnîşanî operasyonên serdegirtina hevdem pêk hat û di encamê de 127 kes hatin binçavkirin. 23 kesên îfadeya wan li Midûriyeta Emniyeta Amedê hat girtin roja ewil hatin berdan. Rojek berê 24 kes sewqî edliyeyê hatin kirin û 11 kes bi şerta kontrala edî hatin berdan, Tevî rojnameger Kîbriye Evren13 kes ji endamtiya rêxistinê hatin girtin. Piştî girtin û binçavkirinan ji hemû aliyan bertek hat nîşandan.
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, balkişan ser şîdeta di serdegirtina malan de tê jiyîn û wiha got: “Derî tên şikandin li hemberî zarok û malbatan çek tê kişandin, bi îşkenceyê binçavkirin pêk tên. Ev operasyon bi armanca krîmînalîzekirina HDP’ê tê kirin.Ev di heman demê de polîtîkaya çewisandinê ye. Ev polîtîka ji 2015’an heta niha didome. Li pêş me rojeva hilbijartinên herêmî heye. Erdogan bi devê xwe got;Em ê carek din qeyûm tayîn bikin. Dixwazin îradeya gel xesp bikin. Gel bitirsînin û biçewisînin. Em ê li dijî vê têbikoşin. Ew bi ser neketin.”
‘Dozgerê operasyonê Erdogan bi xwe ye’
Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz bi lêv kir ku di 3 salên dawî de her cureyê zext, zilm û îşkenceyê hatiye kirin û bi taybet jî hedefa wan jin, rojnameger, siyasetmedar, rêxistinên civaka sivîl û sendîkayî ne. Salîhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Operasyon li hemberî hemû kesên ku serî natewînin pêk tê. Ji ber vê jî raste rast dozgerê operasyonnan Erdogan bi xwe ye. Nîvê kesên hatine binçavkirin jin in. Ev di heman demê de operasyonek li hemberî jinê ye. Lê jin wê tu car dest ji têkoşîna xwe bernedin. Jin wê dest ji destkeftiyên xwe bernedin.”
Salîhayê di berdewamiyê de got sedemek din a operasyonan hilbijartinên herêmî ne û wiha got: “Qeyûmên hatin tayînkirin, gel qebûl nekirin. Ew jî dizanin ku xebatên qeyûm ji aliyê gel ve nehatine qebûlkirin.Hezar carî jî qeyûm tayîn bikin wê gel îradeya xwe di sindoqan de nîşan bidin. Gel dizane wê çi bike. Di vê nokteyê de wê HDP her tim bibe hêviya gel.