'Hewza siyanûrê ku li gundê me tê avakirin jiyana me dixwe keterê'

  • 09:07 13 Cotmeh 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN –Welatiyên gundê Şemikan diyar kirin ku  piştî hewza siyanûrê ya ji aliyê  Etî Bakir a aydê Cengîz Holdîngê ye hat vakirin, dest danîne ser erdên wan û bi kepçeyan darên li gund tên birîn. Gundiyan diyar kir ku  ji ber bêhna jehra hewza siyanûrê niharin pace û deriyên xwe  vebikin, gotin ku ew naxwazin gundê xwe terk bikin û banga hestiyariyê kirin.
 
Cengîz Holdîn a ku bi têkiliyên xwe yên nêzî hikûmetê tê zain, ji sala 2011’an û heta niha hewl dide li gundê Şemika xebatên înşîatê pêş bixe. Her çend welatî  bertekên xwe tînin ziman jî hewldana şîrketê berdewam dike. Şîrketa Etî Bakir A.Ş. ku girêdayî Cengîz Holdîngê dixebite û hilberîna gubreyên fosfatê dike, dixwaze Tesîsên Entegre yên Gubre ava bike û piştre jî dixwaze  ya bidestxistina Metalên Etî Bakir ku lêgerîna wê bi siyanûrê tê kirin ava bike. Şîrket ji bo tesîsa hilberînê ava bike dixwaze gundî malên xwe vala bikin. Şîrketa ku ji  3 paran parek ji erdê gund bi têkiliyên xwe yên nêzî hikûmet desteser kiriye, niha li zeviyên çandiniyê û qada daristanê xebatan dimeşîne. Ji ber van xebatên şîrketê 11 gund ji ber jehra siyanûrê ku belav dike neyînî bi bandor dibin.
 
Li gundê Şemika yê navçeya Şemrexa Mêrdînê nezî 30 xanî û malbat hene. Gundî debara xwe bi çandininiya sebze û fêkî dikin. Gundiyên ku bi çandiniyê debara xwe dikin diyar dikin ku Şîrketa Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîngê zirarê hem dide malê wan û hem jî dide canê wan. Gundiyan diyar kir ku ji ber dînamîtên ji bo înşaetê tên teqandin xaniyên wan gelek zerarê dibînin û cihê çêrê yê sewalên wan jî hatiye desteserkrin. Gundiyan anî ziman ku  di Hezîrana 2017’an de Qeymeqamê Şemrexê daxwazname şandibû ku gund vala bikin û welatiyên gund jî bo ku gundê xwe terk nekin doz vekiribûn. Lê doz îro jî hîn bi encam nebûye.Cengîz Holdîng a ku li aliyekî hawizê siyanûrê li gund çêkir, bi kepçeyan jî dest bi birîna darên berû û guhîjan jî kir. Li ser vê yekê jina bi navê Hesîna Araç axivî û got ku li gund hewza siyanûrê tê avakirin û ji ber vê yekê jî jiyana wan di xetereyê de ye. Hesîna, diyar kir ku dê tu carî gundê xwe terk nekin.
 
‘Nêzî 100 sewalên  gundiyan ji ber siyanûrê mirine’
 
Hesîna, anî ziman ku li herçar aliyê gund makîneyên kar dixebitin û got ku di navbera şîrketa Etî Bakir A.Ş. a li ketina gund e û gund de qereqol haitye avakirin. Hesîna, bi lêv kir ku beriya du salan li gund xendek hatiye vekirin û wiha got: “Ji ber hendek hatin avakirin me nakiribû ku sewalên xwe derxin biçêrînin. Nêzî 100 sewalên gundiyan ji ber hewza siyanûrê mirin. Xebatên wan niha hîn jî berdewam dikin. Li Cihê ku xebat tên kirin dînamîtan diteqînin.”
 
‘Em nikarin ji ber bêhna jehrê derî û paceyên malên xwe vebikin’
 
Hesîna, di bewama axaftina xwe de diyar kir ku ji ber di gund de hewza siyanûrê hatiye çêkirin dixwazin gundiyan ji gund derbixin û wiha pêl da axaftina xwe: “Em naxwazin ku di gundê me de hewza siyanûrê bê çêkirin. Ji ber  hewzê siyanûrê jiyana me di xeterê de ye. Em nikarin ji ber bêhna jehrê derî û paceyên malên xwe vebikin. Ji ber ku em li dijî çêkirina vî hewza siyanûrê tên leşkeran tînin li ser serê me û me tehdît dikin. Her wiha dibêjin ku ew ê me ji gund derbixin lê em naxazain gundê xwe biterikînin. Lê şîrektê dest daniyê ser erdên me. Em banga hestiyariyê li raydaran dikin.”