'Dema ku zarok dikenin jiyan ji nû ve zindî dibe'
- 09:04 13 Cotmeh 2018
- Rojane
Stervan Bêritan
MINBIC - Cîgira Desteya Jinê ya Minbicê Leyla Cima derbarê dibistana Hêviya Rojê ya li Minbicê anî ziman ku ji bo perwerdehiyek baş a zarokan ew hewl didin û got:"Dema ku zarok dikenin jiyan ji nû ve zindî dibe. Ji bo jiyanek zindî û aram divê em li zarokan xwedî derkevin û wan baş perwerde bikin."
Piştî ku Minbic ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin şûnde gelek xebat hatin kirin, pêşketinên nû çê bûn. Yek jin van pêşketinan perwerdeya zarokan e. Niha ji bo zarok perwerdeyek baş bîbînin xebat tên kirin. Cîgira Desteya Jinê Leyla Cima derbarê girîngiya perwedeya zarokan de got:"Li welatekî ger zarok neyên perwerdekirin li wî welatî pêşketin jî çê nabe. Loma perwerdeya zarokan gelek girîng e. Divê em bi taybetmendiyek cuda nêzî perwerdeya ji bo zarokan bibin."
'Ji bo civakek pêşketî û serbixwe perwerde gelek girîng e'
Leylayê da zanîn ku dibistana Hêviya Rojê hemû zarokên Minbicê hembêz dike û got:"Niha di vê dibistanê de zarokên temenê wan 4-6 perwerdeyê dibînin. Dayikan jî gelek dixwestin dibistanek bi vî rengî vebe û zarokên wan perwerde bibe. Niha zarok jî û dayik jî ji ber vê rewşê kêfxweş in. Zarok li vir hînî çand û hunera xwe jî dibin. Zarok dema ku baş bên perwerdekirin dê ev yek ji bo siberoj û derûniya civakê jî gelek baş be. Ji bo civakek pêşketî û serbixwe perwerde gelek girîng e."
'Zarok hînî çand û jiyanek hevpar dibin'
Leylayê da zanîn ku zarokên tên dibistana Hêviya Rojê di heman demê de hînî çand û jiyanek hevpar jî dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku zarok tên dibistanê li vir em di navbera wan de pira hezkirinê ava dikin. Baweriya wan pêş dikevin û bêtir çalak dibin. Di heman demê de zarok hînî çand û jiyanek hevpar jî dibin. Dema ku zarok dikenin jiyan ji nû de zindî dibe. Ji bo jiyanek zindî û aram divê em li zarokan xwedî derkevin û wan baş perwerde bikin. Li welatekî ger zarok neyên perwerdekirin li wî welatî pêşketin jî çê nabe. Loma perwerdeya zarokan gelek girîng e. Divê em bi taybetmendiyek cuda nêzî perwerdeya ji bo zarokan bibin."