ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2018'AN
- 09:00 13 Cotmeh 2018
- Rojev
*Jinên Efrînê yên ku li Navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê bi cih bûne derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gotin:"Rêber Apo nûnerê aştî û azadiyê ye. Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê her di nava çalakiyan de bin."
*Cîgira Desteya Jinê ya Minbicê Leyla Cima derbarê dibistana Hêviya Rojê ya li Minbicê anî ziman ku ji bo perwerdehiyek baş a zarokan ew hewl didin û got:"Dema ku zarok dikenin jiyan ji nû ve zindî dibe. Ji bo jiyanek zindî û aram divê em li zarokan xwedî derkevin û wan baş perwerde bikin." DÎMEN HEYE
*Welatiyên gundê Şemikan diyar kirin ku piştî hewza siyanûrê ya ji aliyê Etî Bakir a aydê Cengîz Holdîngê ye hat vakirin, dest danîne ser erdên wan û bi kepçeyan darên li gund tên birîn. Gundiyan diyar kir ku ji ber bêhna jehra hewza siyanûrê niharin pace û deriyên xwe vebikin, gotin ku ew naxwazin gundê xwe terk bikin û banga hestiyariyê kirin. BI DÎMEN
*Li gelek deveran bi salane ava vexwarinê bi kils diherike. Heya niha li ser ava bi kils gelek nirxandin hatine kirin. Der barê ava bi kils de Sekretera SES'ê ya Wanê Mesude Demir agahî dan. BI DÎMEN
*Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew cihê girtîgeha Îmraliyê di dîroka Tirkiyeyê de dizanin û wiha got: “Girtîgeh û pergalak ku hem ji bo tasfiyekirina siyasetê û têkbirina fizîkî dertê pêşberî me. Em difikirin ku ev tecrîda kûr a li hemû civakê hatiye belavkirin, ne tenê di bin însiyatîf û berpirsiyariya AKP’ê de ye.” DÎMEN HEYE
*Parlamenterên HDP’ê diyar kirin ku li dijî kesên serî natewînin operasyona girtin û binçavkirinê pêk tê û di heman demê de operasyon mudaxaleya li hember têkoşîna jinê ye. Parlamenteran got ev êrîşên li hemberî jinan di esasê de tirsa wan a li hember jinê nîşan dide.
*4’emîn runiştina doza 53 kesên ku di qedexeya li Nisêbînê de piştî hatin tahliyekirin, hatin girtin di 15’ê cotmehê de tê dîtin. Di 3 rûniştinên doza ku piranî girtiyan hîna parastina xwe nekiriye de hat xwestin ku dîmenên îşkenceya li wan hatiye kirin bikin dosyayê, lê ev yek hat redkirin.
*Ji koçerên ku ji ber hewaya sar êdî ji zozanan vedigerin mêrdan Sînem Tok got ev du sale ji bilî zextan tiştek nedîtine û wiha got: “Ji ketinê heta derketinê bi hinceta ‘qedexe ye’ naxwazin em biçin zozanan. Lê zozan ên me ne em ji wan re nahêlin.”DÎMEN HEYE
* Bijîşka daxiliyeyê Leyla Ristem Osê ya li Qamişloyê bal kişand ser teşhîsa zû û nexweşiya zerikê û got:"Ji bo her nexweşiyê teşhîsa zû gelek girîng e. Divê her mirov her sal kontrolek giştî ji bo tenduristiya xwe bike. Ev ji bo teşhîsa zû ya nexweşiyan gelek girîng e. Her wiha nexweşiya zerikê gelek belav bûye. Divê ji bo vê yekê jî mirov xwe biparêze."