Servet Oner û rojnamegerên din serbest hatin berdan
- 08:53 13 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Editora Modernîteya Demokratîk piştî îfadeya wê ya emniyetê serbest hat berdan.
Editora Modernîteya Demokratîk ya berê Servet Oner di 11'ê Cotmehê de li Stenbolê hat binçavkirin. Servetê berê birin Qereqola Polîsan a Taksîmê, piştre birin Muduriyeta Emniyta Bajêr a Stonbolê ya ku li Vatanê.
Serveta ku dihat payin wê bînin Amedê do ber êvarî hat berdan.
Rojnameger serbest hatin berdan
Her wiha rojnameger Abdurrahman Gok, Cîhan Olmez, Lezgîn Akdenîz, Semîha Alankûş, Esra Solîn Dal û Mehmet Akdogan jî hatin berdan.