Ji kesên hatin binçavkirin dîsa 10 kes bi daxwaza girtinê hatin sewkirin

  • 16:07 12 Cotmeh 2018
  • Rojane
AMED - Di encma operasyona navenda wê Amed bû ku li 9 bajaran hat  kirin de rojnameger û siyasetmedarên ku hatin binçavkirin hemû sewkî edliyeyê hatin kirin.
 
Di çarçoveya operasyonên binçavkirinê yên li dijî rojnameger û siyasetmedaran di saetên serê sibê yên 9’ê Cotemê pêk hatin de, polîsan bi ser 200 navnîşanan de girtin, ji 151 kesên derbarê wan de biryara lêgreîn û gitinê  hebûn, 120 kes binçav kirin. 23 kesên li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade dan, hatin berdan. Ji 25 kesên duh sewqî edliya Amedê hatin kirin, 12 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û bi rojnameger Kîbriye Evren re 13 kes hatin girtin. 
 
Ji kesên ku hatin binçavkirin 80 kesên din ku di nava wan de rojnameger Abudurrahman Gok, Semîha Alankuş, Lezgîn Akdenîz, Esra Solîn Dal, Cîhan Olmez, Mehemet Akdogan û belavkarê  Rojnameya Yenî Yaşamê Savaş Aslan jî heye û Endamê Hevserokatiya Dîwana KCD'ê Hasan Huseyîn Ebem, Mehmet Nûrî Ozdemîr, Huseyîn Kaya, Adnan Akgul; Endama Meclisa Daîmî ya KCD'ê Rûken Kiliç,  Hevserokê Bajarê Amedê yê HDP'ê Şerîf Çamci, Endama Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK)  Nuretîn Turgay, xebatkarê Çapemenya HDP'ê  Vedat Dag, Aktîvîsta TJA'yê Yuksel Baran, Fîgen Aras û Mekiye Ormanci îro ji muduriyeta Emniyetê sewkî edliyeyê kirin.
 
Dozgeriyê 20 kesên ku îfadeya wan hat girtin, bi şertê konrrola edlî daxwaza berdana wan kir û ew sekî dadgehê kirin. Kesên ku sewkî dadgehê hatin kirin navê wan wiha ye; Fîgen Aras Kaplan, Esra Solîn Dal, Vedat Dag, Hasan Huseyîn Ebem, Huseyîn Kaya, Fatma Gul, Mehemet Akdogan, Azîze Înanhan, Mehmet Nurî Ozdemîr, Hasan Çîçek, Hîkmet Arslan, Yasemîn Ozer, Yuksel Baran, Nurettîn Turgay, Semîha Alankuş, Nejdet Sezgîn, Tugba Dundar, Zekî Baran, Nuran Gunbati û Mehemet Şenpolat.
 
10 kes bi daxwaza girtinê hatin sewkirin
 
 Li edliyeya ku xebat lê berdewam dikin 10 kesên ku îfadeya wan hat girtin, bi daxwaza, girtinê sewkî dadgehê hatin kirin. Kesên hatin sewkirin navê wan wiha ye: Fahrî Azbay, Gulîstan Yildiz, Abas Aslan, Leyla Ayaz, Dilnaz Ekmekçî, Bariş Koyun, Aygul Alagunduz, Adnan Akgul, Ayşen Kanuş  Zengîn, , Ahmet Aslan.
 
Rojnamegerên din ên ku sewkî edliyeymê hatin kirin û siyasetmedar karê wan ê îfade dayînê berdewam dike.