'Li Licêyê ji 1925'an de sûc tê kirin'
- 15:33 12 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Lîcê axivî û got: “Operasyonên pêk tên, kampanyeya hilbijartinê yên AKP’ê ne. Ji sala 1925’an û vir ve li Lîcê sûc tê kirin.”
Heyetek ji Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê Berdan Ozturk, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlamenterên HDP’ê pêk tê, piştî gehiştin navçeya Lîcê ya Amedê, derbasî avahiya HDP’ê bûn. Heyet li vir bi endamên partî û waltiyan re hatin gelhev.
Banga hestiyariyê hat kirin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li vê derê axistina kurt kir. Sezaî, bal kişand ser operasyonên navenda wê Amed û wiha got: “Daraz bi fermana siyasete biryar dide. Di nezdê civakê de tu cihekê van biryaran tune ye. Em bang li hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn, dikin ku li hemberî pêvajoyê bi hestiyarî tevbigerin. Ev kampanyeya AKP’ê ye. Ev kampanya dispêre tundî û zilmê. Ev kampanya dispêre dijminantiya li dijî HDP û Kurdan. Carek din derket holê ku, bi îşkencê û êrîşan operasyonan pêk tînin. Emê hesabê van hemûyan bipirsin. Hêzên ewlekariyê yên dewletê, peywira wan ew ku gel biparêzin. Lê ev peywira xwe ji bîr kirine, ketine bin fermana qesrê û terorê li ser gelê me dimeşînin. Qet ji bîr nekin emê bi pıstûka we ve bimînin.”
'Sûcê tê kirin berdewam e'
Sezaî, derbarê qedexeya derketina derve ya li Lîcê hat îlankirin de jî axivî û wiha bilêv kir: “Îro li Lîcê sûcê herî mezin tê kirin. Ji sala 1925’an ve ev sûc tê kirin. Ev sedsaleke ev sûc tê kirin. Mirov tên qetilkirin. Em niha bi tabloyek nû re rû bi rû ne. Ligel van hemûyan jî Lîcê tu carî teslîmê vîna siyasî nebû û dê nebe. Ev desthilatdar ji bilî şkandina vîna gel tiştekê din nake. Xebatên hilbijartinê jî tîne vê yekê ve girê dide.”
'Em ê şaredariyên xwe bistînin'
Sezaî, di dewama axaftina xwe de behsa rojeva hilbijartina herêmî jî kir û wiha rêz kir: “Qeyûm tayînê şaredariyên DBP’ê kirin. Bi qeyûman êrîşî vîna vî gelî kirin. Mirov li cihên dijîn û hatin dinê, xwestin bi vîn û daxwazên xwe rêveberiyên xwe bi rêve bibin. Gotin emê xwe û bajarê xwe bi rêve bibin. Niha wer dizanin ku bi qeyûman, şaredarî ji me standin e. Lê nizanin ku wan tenê avahiyên şaredariyan dagirkirine. Em ê wan avahiyan jî di meha Adarê de ji wan bistînin. Emê betonên li hemberî wan jî rakin. Emê cardin gel bixin van şaredariyan. Dê gel bi xwe bajarê xwe bi rêve bibe.”
Banga têkoşînê hat kirin
Sezaî, banga li beşên civakê yên Tirkiyeyê jî kir ku beşdarî têkoşîna bi rêve dibin, bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qeyûm tiştekê nade we. Hemû cihên çûyînê kirine beton. Wisan hêvî dikin ku bi qetilkirina mirov û xwezayê dê hebûna xwe ava bikin. Bes emê welat ji vê şermê rizgar bikin. Aboriya welat têk çûye. Siyast dinava krîzê deye. Li dijî van hemûyan emê bi civaka xwe re têbikoşin û êrîşan têk bibin.”
Piştî axaftina Sezaî, heyeta HDP’ê ji welatî û endamên partiyê, têkildarî binpêkirinên mafan ên di dema operasyona leşkerî ya çolterên navçeyê hat destpêkirin de hat jiyîn, agahî girtin.
Heyet dûre çû serdena dikandarên navçeyê û dê piştre civîna çapemeniyê pêk bîne.