Li Wanê di 3 mehan de 8 hezar û 536 binpêkirinên mafan
- 15:11 12 Cotmeh 2018
- Rojane
WAN - ÎHD'a Wanê ku bi daxuyaniyekê binpêkirinên mafan aşkera kirin diyar kir ku li Wanê di 3 mehan de 8 hezar û 536 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê rapora xwe ya binpêkirinên mafan ên li bajêr aşkera kir. ÎHD'ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê ÎHD'a Wanê Murat Melet, êrîşa polîsan a li ser çalakiya şermezarkirinê ya li Gara Enqereyê şermezar kir û got ku di sala 2018'an de di meha Tîrmeh, Tebax û Îlonê de binpêkirinên mafan ku hatin kirin aşkera kir. Murat diyar kir ku pirsgirêkên aborî yên di mehên dawîn de rê li ber binpêkirinên mafan ên nû vekirin.
Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku bi giştî di pêvajoya 3 mehan de 8 hezar û 536 binpêkirinên mafan li Wanê hatine jiyîn û wiha got: "Di 6 mehan de 1 bûyera kiriyarên ne diyar hat jiyîn. 2 koçberan jiyana xwe ji dest da, li bajêr 3 peywirdarên ewlehiyê û 10 milîtanan jiyana xwe ji dest da. 3 mirinên bi gûman hatin jiyên di 3 mehan d 1 jê jin û 1 jî zarok întîhar kirin. 2 jin bi tundiya li nava malê re rûbirû man. Me ji girtîgehan 11 serlêdanên derbarê îşkence û muameleya xirab gitin. Herwiha li bajêr di nava 2 mehan de 282 kes hatin binçavkirin. 73 kes hatin gitin û 237 serdegitinên malan hatin kirin .Di nava vê pêvajoyê de 7 hezar û 148 penaber hatin binçavkirin. Rojnamegerek hat gitin. 6 kesên gitî mafên wan ê tendirustiyê hat binpêkirin û 2 girtî jî di dema sewkirinê de bi binpêkirinên mafan re rûbirû man. Di vê pêvajoyê de 741 kedkar jî ji kar hatin avêtin. "