Rojnameger û siyasetmedarên di bin çavan de sewkî edliyeyê hatin kirin

  • 12:28 12 Cotmeh 2018
  • Rojane
AMED - Rojnameger û siyasetmedarên ku ki çarçovyea operasyona wê Amed de li 9 bajar an hat kirin de hatin binçavkirin, sewkî edliyeyê hatin kirin.
 
Di çarçoveya operasyonên binçavkirinê yên li dijî rojnameger û siyasetmedaran di saetên serê sibê yên 9’ê Cotemê pêk hatin de, polîsan bi ser 200 navnîşanan de girtin, ji 151 kesên derbarê wan de biryara lêgreîn û gitinê  hebûn, 120 kes binçav kirin. 23 kesên li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade dan, hatin berdan. Ji 25 kesên duh sewqî edliya Amedê hatin kirin, 12 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û bi rojnameger Kîbriye Evren re 13 kes hatin girtin.
 
70 kesên ku di nav wan de rojnameger Abdurrahman Gok, Semîha Alankuş, Lezgîn Akdenîz, Esra Solîn Dal, Cîhan Olmez, Mehmet Akdoğan û belavkarên Rojnameya Yeni Yaşamê Gazetesi  Savaş Aslan jî hebûn ji Muduriyeta Emniyetê sewkî Edliyeya Amedê hatin kirin.
 
Li bendê ye ku kesên hatin sewkirin li dozgeriyê îfadeya wan bê girtin.