Rojnameger Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed hatin bîranîn

  • 11:57 12 Cotmeh 2018
  • Rojane
QAMÎŞLO - Rojnameger Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş di salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn.
 
Rojnameger Dilîşan İbîş û Hogir Mihemed dema ku pêngava Bagera Cizîrê dişopandin di encama êrîşa DAÎŞ'ê ya bombeyî de jiyana xwe ji dest dan. Îro li Bajarê Qamîşloyê li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan ji aliyê hevalên xwe yên rojnameger ve hatin bîranîn. Di bîranînê de ji bo têkoşerên azadiyê rêz hat girtin. Wêneyên Dilîşan û Hogir hatin hilgirtin û dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin. Hevalên Dilîşan û Hogir kulîk danîn ser gora wan. 
 
Bîranîn bi dirûşmên soza şopandina rojnamegeran bi dawî bû.