'Li Girtîga Osmaniyeyê Îşkence heye'
- 11:13 12 Cotmeh 2018
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Malbatên girtiyan ên ku zarokên wan di Girtîgeha Osmaniyeyê de ne anîn ziman ku îşkence li zarokên wan tê kirin û ji bo doza zarokên xwe ku ew ê di 15'ê cotmehê de bê dîtin daxwaza edaletê kirin.
Li girtîgehan binpêkirinên mafan û îşkence bi dawî nabe. Ji van girtîgehên ku her roj bi binpêkirinên mafan dikever rojev yek jê jî girtîgeha Oamaniye yê ye. Dayikên girtiyan ên ku zarokên wan di Girtîgeha Osmaniyeyê de ne û rastî îşkenceyê tên ji ajansa me re axivîn. Dayikan anî ziman ku li Girtîgeha Osmaniyeyê girtî di rewşekke xeter de ne û li zarokên wan her roj îşkence tê kirin û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
Jina bi navê Şukriye Engîn a ku kurê wê Faruk Engîn du sal û nîv e di Girtîgeha Osmaniyeyê de ye jî anî ziman ku kurê wê di 14’ê Adara 2016’an di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de hatiye girtin û wiha berdewam kir: “Kurê min di dema qedexeyê de li taxê ma. Ji ber ku qedexe hebûn êdî nema karibûn derkevin. Wê demê mayîn avêtin xaniyê me û kurê min seqet ma. Piştre lawê min û hevalên xwe hatin girtin û kirin gitîgeha Mêrdînê. Piştî girtinê em çûn wî bibînin, lê dema me wî dît me ew nas nekir. Ji ber ew qas îkenceyeke giran lê kiribûn êdî nema dihat naskirin. Piştre kurê min û hevalên wî sirgûnê Girtîgeha Osmaniyeyê kirin. Ew niha di wî girtîgehê de ne.”
'Du meh û nîv e di hucereyê de tê girtin'
Şukriye, got ku di girtîgehê de gellek zêde îşkence li zarokên wan tê kirin, xwarin û vexwarinê nadin girtiyan û wiha pêl da axaftina xwe: “Em dema çûn hevîtinê kurê min got ku carna 10 gardiyan bi hev re tên îşkenceyê li me dikin û carna jî xwarinê nadin wan, dema didin jî kêm didin. Zarokên me nizanin ku êdî çi bikin. Zarokên me gotin ew ê me bikujin û banga hestiyariyê kirin. Her wiha nahêlin ku parêzer biçin wan bibînin. Niha cezayê hucreyê dane kurê min û hevdîtina bi telefonê jî lê hatiye qedexekirin. Kincên ku em ji bo zarokên xwe dibin nadin wan. Em nameyan jê re dişinin, lê name jî nagihînê Em êdî nizanin ku çibikin. Em dixwazin ku dawî li van îşkenceyan bê anîn. Ji bo ev îşkence bi dawî bibin me serî li gellek cihan da, lê tu bersiv nedan me. Dest û milên me girêdayî ne. Bêyî ku ceza li kurê min bê birîn ev du sal û nîv e di girtîgehê de tê gitin. Daza kurê min û çend hevalên wî wê di 15'ê cotmehê de bê dîtin em dixwazin ku edalet bê bicihanîn û lawê min û hevalên xwe bên berdan.”
Dema xwe dixwirînin ceza didin wan
Jina bi navê Emşa Yuksek ku kurê wê Sîraç Yuksek jî du sal û nîve di Girtîgeha Osmaniyê de ye bi lêv kir ku kurê wê jî piştî qedexeya derketina derve hatiye gitin : “Dema ku hatiye gitin 20 rojan di Girtîgeha Mêrdînê de maye û zarokên me bi awayê bê hiqûqî tên girtin. Ew û hevalên wî sirgûnî Girtîgeha Osmaniyê hatine kirin. Li Girtîgeha Osmaniyê rewşa girtiyan nebaşe, îşkence li wan tê kirin, nikarin tev bigerin û nikarin xwe bixûrînin, dema xwe dixûrînin ceza li wan tê birîn. Ger ev îşkence wiha berdewam bike wê cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Heta niha edalet bi cih nehat, bila di 15’ê Cotmehê de edalet bi cih bê.”
‘Ev mirovahî ye?’
Herî dawî jî jina bi navê Resmiya Baybars a ku kurê wê di girtîgeha Osmaniyê de ye got ku ger wiha berdewam bike wê rewş xiraptir bibe û ev tişt got: “Bila di 15’ê Cotmehê de edalet bi cih bê. Em êdî dixwazin ku dawî li vê îşkenceyê bê. Her tişt ji zarokên me re qedexe kirine. Cezayê hûcreyê didin zarokên me, ev mirovahî ye? Em banga hestiyariyê li saziyên mafên mirovan dikin û zarokên me tenê nehêlin.”