Namzeta serokatiya Baroya Stenbolê Eren Keskîn: Em ê baroyê bikin rengên mor

  • 10:58 12 Cotmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Eren Keskîn a ku namzeta serokatiya Baroya Stenbolê ye anî ziman ku lîsteya wan bêtir ji jinan pêk tê û got:"Jinên di lîsteyê de ne bêtir femînist in. Dema em bên hilbijartin em ê rengê jinê rengê mor li Baroyê bikin."
 
Ji bo serokatiya Baroya Stenbolê heta niha 10 nav ji bo namzetiyê hat diyarkirin. Yek ji namzetan Parêzkara Mafê Mirovan Parêzer Eren Keskîn e. Di lîsteya lijneya rêveberiyê de 10 kes hene û ji van 10 kesî jî 8 jin in. Namzetên ji bo lijneya rêveberiyê navê wan wiha ne: Filiz Aydın, Hanifi Barış, Muyasser Baş Ergin, Îpek Bozkurt, Ramazan Demir, Ozlem Gumuştaş, Banu Guveren, Rozerin Seda Kip, Ozden Ozdemir ve Arzu Şahin. 
 
'Em demokrasiyê armanc dikin'
 
Erenê got:"Em demokrasiyê armanc dikin. Em têkoşîna xwe ya li dijî binpêkirina mafan bidomîne. Her tim em mafdar in. Me her tim mafê mirovan û demokrasiyê parast. Em ne ew kesên bîrdoziya fermî difikirin. Bi rastî jî em dixwazin her kes li gorî fikir, nasname û baweriya xwe azad îfade bikin. Em hiqûqek wiha dixwazin. Ji bo em mafdarin ez nêrîna xwe nikarim biguherînim, lê divê qanûna bên guhertin. Ez kesek ku ji bilî çeka polîsan min nedîtiye lê ez bi îdiaya ‘endama rêxistina çekdar’ têm darizandin. Ev bi tu hiqûqê nayê ravekirin. Ji bo baweriya min bi mafdariya me tê û ji bo li hemû qadên azadiya raman û xwe îfadekirinê guhertinan pêk bînin namzeta boroyê me.” 
 
'Em dixwazin baroyê demokratiktir bikin'
 
Erenê da zanîn ku ji 10 namzetan 2 namzet jin in û got: “Ev jî dide xûyakirin ku hêj jin li qada civakî û siyasetê cih nagirin. Lê lîsteya me berevajî vê yekê ye. Ji lîsteya me ya rêveberiya 10 kesî 7 jê jin in. Lîsteya me bi giranî ji jinan pêk tê. Li cihê jin lê zêde bin li wir bêtir têkoşîna aştî, mafê mirovan û jinan heye. Ji bo em baroyê bi rengê xemrî boyax bikin namzet in. Em dixwazin baroyê demokratiktir bikin.” 
 
'Li cihê ku tirs hebe edalet pêk nayê'
  
Erenê destnîşan kir ku ew ê bi slogana “Ji bo edlaet û azadiyê em li cem hev in” dê biçin hilbijartinê û wiha got: “Herî zêde di vê pêvajoyê de pêdivî bi edaletê heye. Me jî xwest em di vê pêvajoyê de bibin namzet. Me di danişînan de naxwazin. Em nikarin xwe bigîhinin dadger û dozgeran. Halbukî em aliyekî darazê ne. Hema bêje dixwazin hemû deriyên edliyeyê li me bigirin. Ji bo dosyeyek ku em biçin cem dozgerekî, neçarin destûrê bixwazin. Heke destûr bidin em diçin hundir. Berê ne wiha bû. Tirsek mezin li ser darazê heye. Çimkî dadger û darazên di rojekê de ji kar hatin girtin hene. Her çiqas dadger û dozger dizanibin biryarên didin şaş in jî lê nikarin biryarek cuda bidin. Çimkî ditirsin. Edalet û tirs li kêleka hev nabe. Li cihê ku tirs hebe edalet pêk nayê. Ji ber vê yekê jî em edaletê derdixin pêş. Ji bo edalet û azadiyê em mafê parastinê qet bernedin. Parêzerî teşeyê jiyana me ye. Em ji pîşeya xwe gellek hez dikin. Em dizanin ku em wek dadger û dozgerek xwedî hemû mafan e. Em ê vê yekê jî pêk bînin.” 
 
'Em ê di warê hiqûq peymana navnetewî de ku pêk bê xebatan bikin'
 
Erenê anî ziman ku ew ê baroyê di her warî de demokratiktir bikin û got: “Em ê bikin her nasname dikaribe xwe azad îfade bike. Ji bo kes pev neçe û ji her nasnameyê rêz bê girtin em ê li cem hev bin. Em ê baroyek ku her tim li cem hev bin ava bikin. Makeqanûn hilberîna darbeyê ye. Ji bo guhertina makeqanûnê em ê bi israr bin. Em ê di warê hiqûq peymana navnetewî de ku pêk bê xebatan bikin. Di serî de em dixwazin jin û LGBTÎ û hemû kesên tune tên hesibandin ji bo rêveberiya baroyek demokratîk û wekhev me destek bike.”