'Stêrkek geş a ragihandina heqîqetê bû Dilîşan'

  • 09:03 12 Cotmeh 2018
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Têkildarî salvegera şehadeta Rojnameger Dilîşan Îbiş a ku di encama êrîşên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, rojnamegerên jin ên Kobanê gotin:"Dilîşan her ji bo ragihandina heqîqetê têkoşiya û şehîd bû. Stêrkek geş a ragihandina heqîqetê bû Dilîşan. Em ê li ser xeta têkoşîna wê ya ragihandinê berxwedana xwe bidomînin. Em ê xwedî li mîrateya wê ya rojnamegeriyê derkevin."
 
Rojnameger Dilîşan Îbîş ku di 12'ê Cotmeha 2017'an de li Dêra Zorê di encama êrîşa DAÎŞ'ê ya bombeyî de jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mijarê de rojnamegerên jin ên Kobanê diyar kirin ku Dilîşanê ji bo rastiyan ragihîne di bin şertên gelek, dijwar de her dem li berxwe daye û gotin:"Dilîşanê herî dawî dema  têkoşîna li dijî neyarên mirovahiyê de û ji bo ragihandina heqîqetê Dilîşanê jiyana xwe ji dest da. Wê her dem dixwest rastiyan ragihîne û li dijî neheqiyê têbikoşe."
 
Dîlîşan a ku li Komabanê ya lê çavê xwe li jiyan vekir û lê mezin bû, bi xebata xwe ya li Radyoya Dengê Kobanê ku di 11'ê Cotmeha 2012'an de hat damezrandin dest bi karê rojnamegeriyê dike. Dîlîşan bi bultena erebî ya ku di 2013'an de li radyoyê pêşkêş dike rastiyê ji gelê xwe re vedibêje. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de êrîşî Kobanê dikin jî Dîlîşan li bakur, rojva û başûrê Kobanê karê xwe yê li radyoyê berdewam dike. Piştî ku DAÎŞ di 5'ê cotmeha 2014'an de dikeve bajêr Dîlîşan jî bi gelek rojnamegeran re derbasî Tirkiyeyê dibe. Dema ku sînor derbas dikin tên binçavkirin û li saloneke sporê tên bicih kirin. Dîlîşan û hevalên xwe li wê dikevin greva birçîbûnê û 13 rojan çalakiya wan berdewam dike. Dîlîşan a ku piştre serbest tê berdan vê carê berê xwe dide Qantona Cizîrê û li wê jî li di mijdara 2014'an de li Radyoya Dengê Cûdî dest bi kar dike. Di 13'ê Adara 2015'an de Radyoya Dengê Kobanê bi keda Dîlîşanê carek din dest bi weşanê dike. Dîlîşan berî ku jiyana xwe ji dest bide li Ajansa nûçeyan ANHA'yê wekî nûçegîhan dest bi xebatê dike.
 
'Em ê xeyalên wê yên nîvcoyî bi cih bînin'
 
Nûçegîhan Ronahî TV'yê ya Kantona Kobanê Bîter Elî diyar kir ku ew ê her di xeta Dilîşanê de bimeşin û wiha got:"Dilîşanê ji bo jiyanek hevpar û wekhev dixebitî. Li qadan bi wêrektiyek mezin nûçe dişopand. Ew her dem zindî û jêhatî bû. Mirovên zindî û jêhatî her dem hedef tên girtin. Wê bi xebat û hêza xwe bandorek mezin li ser me kir. Niha em bi hêz û îradeya wê ya azad xebatên xwe didomînin û em ê xeyalên wê yên nîvcoyî bi cih bînin."
 
'Stêrkek geş a ragihandina heqîqetê bû Dilîşan'
 
Her wiha nûçegîhana JIN Tv'yê Rebîa Êto jî da zanîn ku bi hezaran şopdarên rêya Dilîşanê hene û got:"Hêza berxwedana ragihandina rastiyê bû Dilîşanê. Dilîşanê ji ber ku qirêjiyên DAÎŞ'ê û dewleta tirk derdixist holê hedef hat girtin. Ew ji bo ragihandina heqîqetê têkoşiya û şehîd ket. Stêrkek geş a ragihandina heqîqetê bû Dilîşan. Em ê li ser xeta têkoşîna wê ya ragihandinê berxwedana xwe bidomînin. Em ê xwedî li mîrateya wê ya rojnamegeriyê derkevin. Di têkoşîna li dijî neyarên mirovahiyê de û ji bo ragihandina heqîqetê wê jiyana xwe ji dest da. Wê her dem dixwest rastiyan ragihîne û li dijî neheqiyê têbikoşe."