Daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat redkirin
- 17:17 11 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a hevdîtînê cara 754’emîn red kir.
Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Turgut a hevdîtînê cara 754’emîn red kir.
Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 754 car bi hincetên “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabe ye”, “keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte (OHAL)” daxwaza serlêdana hevdîtinê red dike.