Seher Tumer a hat tehliyekirin: Li Emniyetê spekulasyona operasyonê hebû
- 16:59 11 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Cîgira Hevserokên DBP'ê Seher Tumer, a bi şertê kontrola edlî hat tehliyekirin diyar kir ku li emniyetê spekulasyonek hatibû kirin û got ku Mekiye Ormanci a di binê çavan de tê girtin bi darê zorê birin lêpirsînê. Seher diyar kir ku ev operasyon di heman demê de li dijî îradeya jinê hatiye kirin.
Ji 104 kesên ku di çarçoveya operasyona navenda wê Amed û li 9 bajaran hat kirin hatin girtin îfadedayîna 24 kesî ya li ya li dozgeriyê berdewam dike, piştî îfadeya wan a li dozgeriyê 8 kesên ku sewkî dadgehê hatin kirin jî li bendê ye ku derxînin dadgeha nobedar. Cîgira Serokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Seher Tumer a ku bi şertê kontrola edlî aht berdan tişta jiya vegot.
Seher diyar kir ku ew bi ferzkirina lêgerîna tazî ya polîsan re rûbirû mane û wiha got: "Dema ku hatin malê ji bo derî bişikînin bêyî ku li zîlê bidin dest bi lêdana derî kirin. Ez bi dengê derî re şiyar bûm û çûm ber derî û mingot ku derî neşikînin ez ê vekim. Lê wan lêdana xwe berdewam kir û piştî şikandin ketin hundir. Piştî ku ketin hundir dest bi qêrînê kirin. Em li erdê dirêj kirin û çek dan serê me. Piştî lêgerîna li malê qedandin gotin ku derbarê we de biryara binçavkirinê heye û em birin emniyetê. Min giteka wan a derbarê derî de li emniyetê xwend tê de digotin 'ji ber ku derî venekiriye me şikandiye'. Min xwest ez îtîraz bikim lê destûr nedan."
'Doza herî giran a 30 salên dawî'
Seher diyar kir ku ew di bin çavan de di huçereyan de 5 -6 kes hatine gitin û got ku gelek qirêz bûn. Seher bal kişand ser muameleya xirab a polîsan jî û wiha got: "Li Emniyetê Spekulasyoneke mezin hatibû çêkirin. Dixwatin ku bi me re hişmendiya em ê bên gitin û qet neyên berdan çêbikin. Hin polîsan jî ji me re digotin 'hûn ê cezayên giran bigirin û îfadeyê medin' Wekî doza herî mezin a 30 salên dawîn pênase dikirin."
'Ji îradeya jinê ditirsin'
Seherê diyar kir ku bi taybetî li dijî jinan cuda tevdigeriyan û eev tişt got: "Êrîşa herî mezin li dijî hilbijartinên herêmî bû. Xwestin ku qadê vala bikin. Nêzîkatiya wan a li hember jinan jî cuda bû. Ev gelek zelal dihat dîtin. Li dijî mêran hin caran sakîn tevdigeriyan lê li jinan her heqaret dikirin. Derbarê TJA'yê de ji mêran jî pirs pirsîne. Vê tirsa wan a ji jinan aşkera dikir û ji ber vê jî aktîvîsta TJA'yê Mekiye Ormanci jî bi darê zorê birin lêpirsînê. Mekiye bi heqeretê re rûbirû ma."