Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hat kirin
- 14:47 11 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 754’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Turgut ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 754’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.