Derbarê dosyayê kesên hatin binçavkirin de biryara veşartinê
- 14:06 11 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Di encama operasyona ku hat kirin de 23 kes do serbest hat berdan. Hat hînbûn ku hîn 104 kes di bin çavan de ne. Derbarê dosyayê kesên hatin binçavkirin de biryara veşartinê hat dayin.
Di çarçoveya operasyona ku li dijî rojnameger û siyasetmedaran de hat kirin de 127 kes hatin binçavkirin. Do 23 kes ên ku li Muduriyeta Emniyeta Bajarê Amedê dihatin girtin hatin berdan. 104 kes hîn di bin çavan de tên girtin. Hat hînbûn ku derbarê dosyayê kesên hatin binçavkirin de biryara veşartinê hatiye dayin.
Siyasetmedar û rojnamegerên ku di bin çavan de ne nehat hînbûn ku ew ê kengî sewqî edliyeyê bên kirin. Hat hînbûn ku di çarçoveya operasyona ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye destpêkirin de, dê hejmara binçavkirinan zêde bibin.