Meclîsa Navçeya Ehrezê civîn li dar xist

  • 14:06 11 Cotmeh 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Navçeya Ehrezê ji bo şîrovekrina rewşa siyasî ya dawî li Navçeya Kefer Nayeyê û li gundê Um Huşê du civînên cuda li dar xist.
 
Bi armanca nirxandina rewşa siyasî ya dawî Meclîsa Navçeya Ehrezê li Navçeya Kefer Nayeyê û li gundê Um Huşê du civînên cuda li dar xist. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Di civînê de rêxistinbûyina ji bo rizgarkirina Efrînê derket pêş. 
 
Endamê Rêveberiya Meclîsa Ehrezê Rustem Şehba got:"Em ê bi îradeya azad têkoşîna xwe ya ji bo jiyanek azad û serbixwe bidomînin. Ji bo Efrîn rizgar bibe êm ê her di nava têkoşîneke mezin de bin."
 
Piştî nirxandina rewşa siyasî Endama Rêveberiya Meclîsa Ehrezê Berçem Efrînê bersiva pirsan da.
 
Um Huşê
 
Li Gundê Um Huşê jî Meclîsa Navçeya Ehrezê derbarê rewşa siyasî ya dawî de civîn li dar xist. 
 
Civîn piştî deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Endamê Rêveberiya Meclîsa Ehrezê Zagros Tolhildan got:"Em ê bi hêz û têkoşîna xwed planên qirêj ên dagirkeran vala derxin û Efrînê rizgar bikin."
 
Piştî axaftina Zagros Endama Meclîsa Navçeya Ehrezê Fîdan Ebdo pirs bersivand. 
 
Civîn bi dirûşmên "Bê Serok Jiyan nabe" bi dawî bû.