'Dê têkoşîna ji bo parastina mafê jinê û civakê bidome'
- 13:38 11 Cotmeh 2018
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Jinên ku beşdarî Civîna Salane ya Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn ya ku bi beşdarbûna 300 dekegeyan hatibû li darxistin, bûn gotin:"Bi vê civînê gavên girîng hat avêtin. Dê têkoşîna me ya ji bo parastina mafên jinê û civakê û têkoşîna ji bo demokrasiyê bidome."
Bi dirûşma "Bi hunera azd bi çanda dayika xwedawend em ê Efrînê rizgar bikin" Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn civîna xwe ya salane li Kantona Şehbayê li dar xist. Jinên ku beşdarî civînê bûn gotin:"Em ê li ser esasên paradîgmaya Rêber Apo birêxistinbûyina xwe bidomînin."
Endama Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn Emîne Zinkî got:"Ji dîrokê heta niha me her dem têkoşîna parastina çanda xwe daye û em ê vê yekê bidomîne. Niha em xebatên xwe yên derbarê têkoşîna parastina mafên jin û civakê berfirehtir dikin da ku em bigihêjin aramiyek mayinde. Ji ber ku çand û huner nasnameya gelan e em girîngiyê didin xebatên derbarê çand û hunerê de. Dê xebatên me û hewldanên me her bidome."
'Di civînê de biryarên girîng hatin girtin'
Endama Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn Rûmet Beko got:"Ji bo pêşketina çand û hunerê civîna Kevana Zêrîn a salane girîng bû. Di civînê de biryarên girîng hatin dayin. Li ser esasên van biryarana em ê xebatên xwe berfirehtir bikin. Tevî hemû şerdên zor em dîsa xebaten xwe didomînin û dev jê bernadin."
'Dê têkoşîna ji bo parastina mafê jinê û civakê bidome'
Her wiha Rêvebira beşa stranan Newroz Silêman jî wiha got:"Di şexsê Efrînê de hat xwestin ku gelê Kurd bê çewisandin û bê statu bê hiştin. Li niha em têkoşîna xwe ya li dijî dagirkerî û faşîzmê didomînin. Em ê nehêlin ku aştiyê têk bibin. Bi vê civînê gavên girîng hat avêtin. Dê têkoşîna me ya ji bo parastina mafên jinê û civakê û têkoşîna ji bo demokrasiyê bidome. Em ê li ser esasên paradîgmaya Rêber Apo birêxistinbûyina xwe bidomînin."