Rojnameger Kibriye Evren û 23 kesên din sewkî edliyeyê hatin kirin

  • 12:03 11 Cotmeh 2018
  • Rojane
AMED - Rojnamger Kîbriye Evren ya k udi encama operasyona navenda wê li Amedê bû de di nav kesên hatine binçavkirin de ye û 23 kesên din sewki Edliyeyê hatin kirin.
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê  ve di çarçoveya operasyona ku li dijî siyastmedar û rojnamegeran hat kirin de di encama serdegitina ku li 183 navnîşanan hat kirin, kesên ku derbarê wan de biryara lêgerîn û gitinê hebûn ji 151 kesî 127 kes hatin binçavlirin. Ji van kesnên ku hatin binçavkirin 23 kesên ku karê wan ê li Muduriyeta Emniyetê qediya, serbest hatin berdan. Ji kesên mayî ku 8 jê rojnamger û 90 kes jî siyasetmedarin bi giştî ji 104 kesên mayî 23 kesên din piştî îfadeyên wan ên li Muduriyeta Emniyetê sewkî Edliyeya Amedê hatin kirin. Di nav kesên ku hatin sewkirin de rojnameger Kîbriye Evren jî heye.
 
Li bendê ye ku 81 kesên li Muduriyeta Emniyetê mayî jî piştî karê wan ê li emniyetê biqede sewkî Edliyeya Amedê bên kirin.