Qedexeya li Hênê û li Licê hat rakirin
- 10:09 11 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Qedexeya li navçeyên Lîcê û Hênê yên Amedê ku di 4'ê Cotmehê de li 65 gund û gundikan îlan kirin hat rakirin. Walîtiya Amedê diyar kir ku operasyonên leşkerî jî hatin bi dawîkirin.
Walîtiya Amedê li 65 gund û gundikên Lîcê û Hênê yên Amedê di 4'ê Cotmehê de qedexe îlan kiribû. Walîtiyê diyar kir ku îro qedexe û operasyonên leşkerî bi dawî bûne. Di çarçoveya operasyonên leşkerî de li gundê Çemê Elika Mehmet Alî Oyûnlû (82) û kurê wî Mehmet Oyûnlû (45) ku li ber mala xwe rûniştibûn hatin binçavkirin. Bi taybetî operasyon li derdora gundê Çemê Elîka ya bi ser Licê ve pêk hat û bi rojane gund di dorpêç kirin. Welatiyan hefteyekî destûr nedan ku welatî ji malên xwe derkevin û li ber malên welatiyan nobet girtin. Leşkeran gef li welatiyan xwar û gotin 'Em dê xaniyê we bişewitînin.' Welatiyan diyar kirin ku eskeran her dem herêm bombe kir.
Leşkeran di operasyon û dorpêçê de ceyran û av ji ser welatiyan qut kir û zerar da bax û bostanên welatiyan. Leşkran di serdegirtina gund de nêzî 100 satil çortan û rûnê nivîşk derxistin û birin.
Walîtiya Amedê daxuyanî da û diyar kir ku qedexeyên li 65 tax, gund û gundikên ku qedexe lê hatin îlankirin saet di 05.00'an de bi dawî bûye.