‘Amed, Enqere, Dîlok… Sûcdar li derve ne’
- 09:14 11 Cotmeh 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Şahidên 10’ê cotmehê diyar kirin ku heta berpirsên esas neyên darizandin wê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Gelek eşkera bû ku DAIŞ bi destê dewletê ket wê qadê, bi hevkariyê ket wir. Dewlet pir zêde ji aştiyê tirsiya. Li Dîlok, Enqere û Amedê bi sedan mirovên me hatin qetilkirin. Berpirs hîna li derve digerin.”
Di ser komkujiya 10’ê cotmeha 2015’an ya li Enqereyê pêk hat de 3 sal derbas bû. Kesên şahidiya wê rojê kirin, ji bo komkujî neyê jibîrkirin û têkoşîna edeletê bidome, tiştên şahidiya wan kirine vegot. Ji Kolektîfa Xwendekaran Tuana Oguz û ji Odeya Endezyariya Makîneyê Gunîz Gacaner jî wê rojê li qadê bûn.
Tuanayê destnîşan kir ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê ev êrîş dihat payîn û wiha pê de çû: “Tayyîp dibe ku hîs kir desthilatdariya wî hildiweşe û tiştek wisa tercih kir. Divê me muxalefeta çep û şoreşgeran ev hîs bikira. Wê rojê me dikarî tedbîrên ewlehiya xwe bigirta. Di esasê de di dema bîranînê de pir polîs hebûn, lê wê rojê ligel wê girseya mezin yek polîsek li qadê tunebû. Berê hatibû plankirin. Gelek zelale ku DAIŞ bi destê dewletê ketibû wê qadê.”
‘Dewlet ji aştiyê tirsiya’
Gunîz Gacaner jî bi lêv kir ku roja bûyerê pêşî li ambulansan hat girtin û nehiştine bikevin qadê û ev tişt bi lêv kir: “Piştî teqînê polîs hatin û bombeya gazê hatin ser birîndar û welatiyên dixwestin wan xilas bikin, kirin. Rêxistinê pîşeyî yekem car bernameyek wisa pêk anîn. Her kes ji bo azadiyê li wir bû. Di destê kesî de çek tunebû. Yanî li wir bi rastî derketibûn neçîrê. Ez wisa texmîn dikim ku dewlet pir zêde ji aştiyê tirsiya.”
‘Dîlok, Eneqere û Amed….’
Hevseroka HDP’a Karabaglar û endama Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê cotmehê Hanîfe Budak jî diyar kir ku hevjînê wê Mustafa Budak ku di bûyerê de bi giranî birîndar bûye, piştî mehan şûnde jiyana xwe ji dest daye û got: “Gelek kes wê demê ji ber windakirina xwînê mirin. Gumanbarê komkujiya Dîlokê bi hinceta ‘tenduristiyê’ hatiye berdan. Li Dîlok, Amed û Enqereyê bi sedan kes qetil kirin. Berpirs hîna li derve digerin. Emê heta dawî vê doza xwe bişopînin. Emê her tim aştiyê bînin ziman.”