'Têkoşîna me ya li dijî DAÎŞ'ê didome'

  • 09:06 11 Cotmeh 2018
  • Rojane
Stêrvan Bêrîtan
 
MINBIC - Endama Rêveberiya Ewlekariya Navxweyî ya Minbicê Rîm El Elî diyar kir ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê xizmeta ji bo mirovatiyê ye û got:"Têkoşîna me ya li dijî DAÎŞ'ê didome."
 
Piştî ku Minbic ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin şûnde jiyanek aram û ewle dest pê kir. Piştî rizgariyê jî têkoşîna li dijî çeteyan dewam kir. Endama Rêveberiya Ewlekariya Navxweyî ya Minbicê Rîm El Elî anî ziman ku ji bo zincîra koletiyê bişkê wan gelek têkoşîn dane û got ku ev têkoşîn dê tu carî bi dawî nebe.
 
Rîmê diyar kir ku DAÎŞ'ê hem jin wekî kole bi kar dianî hem jî karê sîxurtiyê dikir û got:"Niha şopa kiryarên DAÎŞ'ê yên qirêj hîn xuya dike. DAÎŞ'ê hişbir, fûhûş di nava civakê de belav dikir û sîxurtî li ser mirovan ferz dikir. Ji bo ewlehiya Minbicê têkoşîna me ya li dijî van kiryaranan didome. Ji bo civak ji rastiya xwe dûr bikeve û bê çewisandin DAÎŞ'ê jin wekî kole bi kar dianîn. Em ê her xwe li dijî kiryarên qirêj biparêzin."
 
'Yên ku alîkariya DAÎŞ'ê dikir dewleta tirk bû'
 
Rîmê bal kişand ser têkoşîna hevpar û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Yên ku alîkariya DAÎŞ'ê dikir dewleta tirk bû. Niha jî ev alîkariya bi awayekî aşkere ji OSO'yê tê kirin. OSO jî berdewamiya DAÎŞ'ê ye. Lê divê li dijî vê yekê têkoşînek hevpar bê kirin. Em ê wekî jin û gelê Minbicê têkoşîna xwe mezin bikin. Têkoşîna me ya li dijî DAÎŞ'ê didome. Ji bo zîncîra koletiyê bê şikandin divê têkoşîn tu carî bi dawî nebe. Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê xizmeta ji bo mirovatiyê ye."