Jinên Efrînê: Heta Efrîn rizgar nebe em ê dev ji berxwedana xwe bernedin

  • 09:03 11 Cotmeh 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li navçeya Tel Rifetê ya girêdayî Kantona Şehbayê bi cih bûne bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî şermezar kirin û gotin:"Tu carî me hêviya xwe winda nekir. Heta Efrîn rizgar nebe em ê dev ji berxwedana xwe bernedin. Çimkî Efrîn axa me ye ne ya dagirkeran."
 
Jinên Efrînê yên li navçeya Tel Rifetê ya girêdayî Kantona Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku têkoşîna wan a li dijî dagirkerî û faşîzmê didome û gotin ku ew ê teqez rojekê vegerin Efrînê. 
 
Jina bi navê Sewliyê Ehmed Bekir bi lêv kir ku ew ê heta dawî li dijî hemû neheqiyan xwe biparêzin û got:"Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî me kir, malên me talan kirin. Li ser keda destên me rûniştin. Di bin navê islamiyetê de Erdogan bi hezaran mirovên sîvîl qetil kir. Zarok qetil kir û ji lîstik û dibistanên wan dûr xist. Em ê li dijî vê dagirkeriyê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Efrîn cihekî ewle bû'
 
Elîf Henan diyar kir ku berî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn cihekî ewle bû û got:"Berî ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrînê bikin hemû kes di nava wekheviyê û aramiyê de dijiyan lê niha li Efrînê her cure zilim û şîddet tê kirin. Li wir pergala zilmê hatiye avakirin. Lê em ê bi têkoşîna xwe dawî li vê pergala zilmê bînin."
 
'Em Efrînê ji dagirkeran re nahêlin'
 
Emîne Murad bi lêv kir ku ew ê li dijî pergala tunekirin û dagirkeriyê berxwedana xwe bidomînin û got:"Bi darê zorê Erdogan Efrîn dagir kir û zarok qetil kir. Lê bila ew baş bizanibe ku em Efrînê ji dagirkeran re nahêlin. Em ê Efrînê rizgar bikin."
 
'Heta Efrîn rizgar nebe em ê dev ji berxwedana xwe bernedin'
 
Her wiha jina bi navê Semiya Îbrahîm jî destnîşan kir ku Efrîn a Efrîniyan e û got:"Efrîn bi xwîna şehîdên me hatiye avdan. Em ê dev ji bo têkoşîna azadiya Efrîna xwe bernedin. Tu carî me hêviya xwe winda nekir. Heta Efrîn rizgar nebe em ê dev ji berxwedana xwe bernedin. Çimkî Efrîn axa me ye ne ya dagirkeran. Têkoşîna me ya li dijî dagirkerî û faşîzmê dê her dem bidome. Em bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî şermezar dikin. Divê ew jî erka xwe bi cih bînin."