ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2018'AN
- 09:00 11 Cotmeh 2018
- Rojev
*Li Dêrika Rojavayê Kurdistanê gelek cihên dîrokî ku ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye hene. Yek ji van cîhan Sewêdîkê ye. Mirov dema ku tê vir bêhna wan fireh dibe û bi xwezayê re reqsa aramiyê dikin.
*Jinên Efrînê yên li navçeya Tel Rifetê ya girêdayî Kantona Şehbayê bi cih bûne bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî şermezar kirin û gotin:"Tu carî me hêviya xwe winda nekir. Heta Efrîn rizgar nebe em ê dev ji berxwedana xwe bernedin. Çimkî Efrîn axa me ye ne ya dagirkeran." DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Ewlekariya Navxweyî ya Minbicê Rîm El Elî diyar kir ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê xizmeta ji bo mirovatiyê ye û got:"Têkoşîna me ya li dijî DAÎŞ'ê didome."
*Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di pêvajoyeke ku krîza aborî tê jiyîn û maf û azadî hatine tunekirin de, divê hilbijartinên herêmî tenê wek refleksa herêmî neyê dîtin û wek partî dikarin tifaqên rêgezî bikin. BI DÎMEN
*Mamoste Meral Donmez a li Girtîgeha Tarsusê girtiye, ji bo sewqî girtîgehek nêzî malbata wê bibe, ev 37 roje di greva birçîbûnê de ye. Meral a ji 45 kîloyî daket 34 kîloyan rewşa wê her diçe xirab dibe. Dayika wê Sose Donmez ev bang kir: “Divê demildest daxwaza wê ya sewqê bê pêkanîn.”
*Sekretera PSAKD’ê ya Amedê Nurşen Akbal bi lêv kir ku li dijî zîhniyeta Yezît têkoşîna maf ya li Kerbelayê hatiye dayîn hîna didome û wiha got: “Hemû zextên tên kirin, berdewama Komkujiya Kerbelayê ye." BI DÎMEN
*Li Botanê çanda honandina ‘doxînan’ a bi destên jinan ku hîna berdewam dikin, diyar dikin ku van doxînan di her qada jiyanê de dikarin bi kar bînin.
*Şahidên 10’ê cotmehê diyar kirin ku heta berpirsên esas neyên darizandin wê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Gelek eşkera bû ku DAIŞ bi destê dewletê ket wê qadê, bi hevkariyê ket wir. Dewlet pir zêde ji aştiyê tirsiya. Li Dîlok, Enqere û Amedê bi sedan mirovên me hatin qetilkirin. Berpirs hîna li derve digerin.”