Banû Guven:Rojnamegeran serbest berdin
- 16:34 10 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL – Rojnameger Banû Guven bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: “Abdurrahman Gok nîşanî wan da ku heqîqet çiqas bi nirx e.” Pakrat Estukyan jî got: “Li dijî dethilatdariyê tişta rast ku em dizanin em ê bikin.”
Berteka li dijî binçavkirina rojnameger û siyasetmedarên duh li 9 bajaran hatin binçavkirin didome. Rojnameger Banû Guven diyar kir ku bi operasyonên bi vî rengî dixwazin li herêmê rojnamegerî bê astengkirin û got: “Dixwazin rojnamegeran çavtirsandî bikin. Rojnameger Abdurrahman Gok ê ku niha binçavkiriye demek dirêj rojnamegeriyê dike, nîşanî wan da ku heqîqet çiqas bi nirx e. Hempîşeyên me yên demên dirêjin rojnamegeriyê dikin di bin zextên giran de ne. Her wiha wê hevalên me rojnameger karê xwe dewam bikin.”
Hevalên me serbest berdin
Banû Guven a ku ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re axivî da zanîn rojnamegerî ne sûc e û got: “Ji ber vê yekê divê hemû hevalên me bên berdan. Ev operasyon jî astengkirina hilbijartinên herêmî ye. Em ber bi pêvajoyek hilbijartinê ve diçin. Dixwazin rêya siyaseta demokratîk teng bikin. Berê jî me zextên bi vê tarzê dît. Ez hêvîdarim wê hevalên me berdin.”
'Dê têkoşîna me bidome'
Hevseroka Rêxistina HDP’a Stenbolê Esengul Demîr jî berteka xwe ya li dijî operasyonê anî ziman û got ev êrîşên demek dirêj e didomin wê encam nede. Esengul da zanîn ku piştî tehdîda Erdogan a li dijî HDP’ê operasyonan bi leztir kirin û got: “Em natirsin, wê têkoşîna me dewam bike. Li cihê her hevalê me yê tê girtin yên nû tên. Yên ku dibêjin em ê HDP’ê xelas bikin wê ew bi xwe vala derkevin û xwe xelas bikin.”
'Êrîş amadekariya hilbijartinê ye'
Hevberdevka Partiya Siberoja Kesk û Çepgir (YSGP) Eylem Tuncaellî anî ziman ku zextên li ser rojnameger û siyasetmedaran ne nû ye û got: “Her çiqas OHAL rakiribin jî lê zext bi şeklek din didome. Ev operasyon jî amadekariya hilbijartina herêmî ye. Her çiqas hilbijartin nêz dibin zext jî zêde dibin û qada siyaseta demokratîk teng dikin. Tevî hemû zextan jî em ê îradeya gel bibin ser sindoqan.”