Polîs êrîşî bîranîna 10 Cotmehê kir: 11 kes hatin binçavkirin
- 15:37 10 Cotmeh 2018
- Rojane
WAN - Polîs êrîşî daxuyaniya KESK'ê ku xwest ji bo bîranîna Komkujiya li Enqereyê ya 10'ê Cotmehê ku 103 kesî di encamê de jiyana xwe ji dest da bide kir û Hevserokê HDP'ê yê bajêr û 10 endamên KESK'ê hatin binçavkirin.
Li Wanê destûr nehat dayîn ku KESK derbarê Komkujiya li Enqeryê ya 10'ê Cotmehê de ku di encamê de 103 kesî jiyana xwe ji dest da bide. Polîsê ku avahiya KESK'ê dorpêç kir, diyar kir ku ew destûrê nadin daxuyanî li derve bêdayîn. Lê KESK'ê xwest ku biçe li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniya xwe bide û bi êrîşa polîsan re rûbirû ma.
Piştî êrîşa polîsan Hevserokê Bajêr yê HDP'ê Umît Dede, rêveberên KESK'ê Bedrî Yamaç, Mesude Demîr, Gursel Yamaç, Şerîf Ateş, Seher, Ateş, Emîn Yilmaz, Murat Atabay, Îbrahîm Ozkan, Seyfettîn Îtah û Hamît Akar hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Wanê. Hat diyarkirin ku parlamenterê HDP'ê Murat Sarisaç hat darbkirin û hat ragihandin ku Gursel Yamaç ê hatiye binçavkirin jî li nexweşxaneyê bi gûmana dibe ku xwîn çûbe ser mêjî tê gitin.