Leşkerên li Çemê Elîka: Em ê we bişewitînin
- 15:25 10 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED – Li 65 gund û gundikên navçeyên Licê û Hênê “qedexeya derketina kolanan” didome. Li herêmê operasyona leşkerî jî dewam dike û welatiyên gundê Çemê Elîka ragihandin ku leşkeran ji wan re gotiye “Em ê we bixin hundirê malekê û malê bidin ber agir.”
Li 65 gund û mezrayên girêdayî navçeyên Licê û Hênê yên Amedê ji 4’ê cotmehê ve “qedexeya derketina kolanan” didome. Li herêmê operasyona leşkerî jî berdewam dike. Bi taybetî operasyon li derdora gundê Çemê Elîka ya bi ser Licê ve pêk tê û bi rojane gund di dorpêçê de ye.
Leşker li ber malan nobetê digirin û nahêlin kes derkeve derve. Hat ragihandin ragihandin ku li jora gund bombebaran tê bombebarankirin. Şewata li herêma qada daristanê jî didome.
Toraq û nivîşê gundiyan dizîn
Li gund av û ceryan hatiye qûtkirin û welatî hatine şerpezekirin. Sewalên welatiyan di axûran de bê êm mane û gumana sewal bimirin zêde dibe. Welatiyan ragihand ku baxçeyên fêkî û sezbeyên wan ji aliyê leşkeran ve hatine rûxandin û leşker û cerdevanê nêzî 100 satil rûnê nivîşk û toraq ji bin erdê derxistin û birin e. Welatiyan got ku leşkerû cerdevn ketine malên wan zexîreyên mîna çay, şekir, rûn û tiştên din jî dibin û zexîreyê wan hatine asta qedandinê.
Leşker gefan dixwin
Şêniyên gund destnîşan kirin ku leşker gefên kuştinê li wan dixwin û ji wan re wiha gotin e: “Em ê we bikujin. Em ê we bixin hundirê malekê û malê bidin ber agir.” Gundiyan got gund bi maşîneyên zirxî hatiye dorpêçkirin û di rewşkek xeter de ne.
Li aliyê din du roj berê welatiyên bi navê Mehmet Alî Oyunlu (82) û Mehmet Oyunlu (45) yên hatibûn binçavkirin nayê zanîn ku birine ku derê.