Parlamenteriya Leyla Guven piştî bi 3 mehan ket bîra meclisê
- 14:56 10 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Parlamenteriya parlamentera Colemêrgê ya girtî Leyla Guven piştî bi 3 mehan ket bîra meclisê. Serokatiya Xizmetguzariya Parlamenteran, bi îmzeya serokê meclisê Bînalî Yildirim xwest ku Leyla Guven a parlamenter hat hilbijartin bi daxwaznameyekê malê xwe yê heyî aşkera bike.
Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 31'ê çileya 2018'an de hatibû girtin û şandibûn Gitîgeha Tîpa E ya Amedê. Piştî ku Leyla di 24'ê Hezîranê de wekî parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê hat hilbijartin jî nehat berdan. Ji bo tehliyekirina Leylayê parêzerên wê serî li saziyên peywirdar dan lê heta niha tu encmeke erê nî nehatiye dayîn. Meclisa ku van hemû pêkanînên li dijî Leylayê ji nedîtî ve tê, bi îmzeya serokê meclisê Bînalî Yildirim bi daxwaznameyekê xwest ku ji ber Leyla Guven parlamenter hatiye hilbijartin bila malê xwe yê heyî aşkera bike.