Li girtîgehan jin bi tehdît û heqretan re rûbirû dimînin

  • 14:23 10 Cotmeh 2018
  • Rojane
BALIKESÎR - Malbatên girtiyên jin ên li girtîgeha Burhaniye ya Balikesîrê diyar kirin ku zarokên wan bi heqaret û tehdîtan re rûbirû dimînin.
 
Hat ragihandin ku li Girtîgeha Burhaniye ya Balikesîrê 3 girtiyên siyasî Fîgen Şahîn, Çîgdem Şar û Emîne Kocaman ên ku li Qawîşa C-1 dimînin piştî bi mehan ku ew birin nexweşxaneyê bi heqaret û tehîdtan re rûbirû mane.
 
Li girtîgeha Burhaniyeyê ku girtiyên Edlî dimînin tenê 3 girtiyên jin ên siyasî hene.