Li dijî binçavkirinan bertek: Dozgerê operasyonên qirkirina siyasî Erdogan e
- 13:47 10 Cotmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên ku li Şirnex Edene û Amedê hatin dayîn de, li dijî komploya 9'ê Cotmehê bertek hatin nîşandan û hat xwestin ku kesên di çarçoveya operasyona navenda wê Amed bû de hatin binçavkirin bên berdan û wiha hat gotin: "Dozgerê operasyona qirkirina siyasî Erdogan e."
Li avahiya HDP'ê ya li Şirnexê derbarê komploya 10 Cotmehê ya ku di encamê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxisin û binçavkirina ji 100 kesî zêdetir a di encma operasyona ku navenda wê Amed bû de hatin binçavkirin de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de rêveberên HDP, DBP, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevli bûn.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya bajarê Şirnexê Zeynep Unat ve hat dayîn. Zenep bi şermezarkirina 20'emîn salvegera komployê dest bi axaftina xwe kir û kesên di komkujiya li Eenqereyê de ya berî bi 3 salan jiyana xwe ji deest dan bi bîr anîn. Zeynep wiha berdewam kir: "Tişta li dijî birêz Oclan tê kirin tecrîd e û ev tecrîd ji bo bêdengkirina civakê xistine dewrê. Komkujiyên ku ji sala 2015'an de tên kirin, operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên li dijî muxalîfan encama polîtîkayên tecrîdê ne. Lê li dijî van hemû êrîşna em bêhtir bi hêz bûn û zêde bûn. Her kesê li vî welatî jiyaneke aram û aştiyane heq dike. Em ê atî û azadiyê bi têkoşîna ku zêde bikin bi dest bixin."
'Dozgerê operasyonên siyasî Erdogna e'
Zeynep diyar kir ku piştî Erdogan HDP wekî hedef nîşan da operasyon hatine destpêkirin û wiha berdewam kir: "Zîhniyeta ku komkujiya 10'ê Cotmehê li Enqereyê pêk anîn îro jî bi operasyonên qirkirina siyasî dixwaze kesên daxwaza aştiyê dikin bêdeng bike. Em ê li dijî van êrîşan bêdeng nemînin. Piştî ku serkokê AKP'ê Erdogan partiya me û hevkarên me kirin hedef operasyonên qirkirina siyasî hatin destpêkriin. Dozgerê van operasyonan Erdogan e."
Edene
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî, bi tevlibûna parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan li avahiya saziya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku gelek kes tevli bû de Hevseroka Bajar a Edeneyê ya HDP'ê Gulseren Tural axivî û wiaha got: "Zîhniyeta ku li Enwreyê êrîşî ser aştîxwazan kir, niha jî dixwaze bi operasyonên qirkirina siyasî daxwazên gel ên aştiyê û demokrasiyê bi operasyonên qirkirina siyasî bifetisîne. Lê wê DHP li dijî van operasyonan serî daneyne û wê bibe hêviya gelan."
Amed
Hevparên HDP'ê û DBP'ê li Amedê li dijî operasyonên qirkirina siyasî, Komkujiya 10''ê Cotmehê ya li Enqereyê hat kirin li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyek ji çapemeniyê re dan. Di daxuyaniyê de hevparên HDP û DBP'ê , Kongra Civakên Demokratîk (KCD), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), TSK'yî û gelek welatî tevli bûn. Daxuyanî ji aliyê parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz ve hat xwendin. Salîha got ku Komkujiya li Enqereyê 3 salên xwe temam kirin û got ku berpirsiyarê komkujî operasyonên ku tên kirin Erdogan û îktîdara AKP'ê ye.
Salîha axafitina xwe wiha berdewam kir: "Serokê AKP'ê Erdogan piştî ku partiya me û hevparên wê hedef nîşan dan operasyonên qirkirina siyasî jî zêde bûn. Berpirsê operasyonên qirkirina siyasî Erdogan e. AKP û MHP'a ku dizanin ew ê partiya me di hilbijartinên herêmî de qeyûmên wan li wan vegerînin serî li riyên dijhiqûqî didin. Em ê li dijî van êrîşan tucarî serî netewînin."
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.