Derî şikandin û êrîş kirin

  • 13:35 10 Cotmeh 2018
  • Rojane
AMED - Di çarçoveya operasyona lêpirsîna ku dest pê kiribû de nêzî 100 kesî hatibûn binçavkirin. Bi ser sedan malî hate girtin. Yek ji van malana ya Hevserokê Şaredariye Hezroyê Guler Ozsavci bû. Polîsên tevgera taybet deriyê mala Gulerê şikandin û êrîş kirin. Di encama êrîşê de Gulerê hat derbkirin. 
 
Di çarçoveya operasyona lêpirsîna ku dest pê kiribû de nêzî 100 kesî hatibûn binçavkirin. Bi ser sedan malî hate girtin. Yek van malana ya Hevserokê Şaredariye Hezroyê Guler Ozsavci bû. Polîsên tevgera taybet deriyê mala Gulerê şikandin û êrîş kirin. Di encama êrîşê de Gulerê hat derbkirin. 
 
Gulerê diyar kir ku polîsên tevgera taybet ketine hundur ew danîne erdê û pê li stûyê wê kirine û ew derb kirine. 
 
'Armanc HDP ye'
 
Gulerê anî ziman ku armanca operasyona HDP û aliyên demokrat in û got ku Tayyip Erdogan dixwaze xebatên wan ên ji bo hilbijartinê asteng bike, lê em ê têbikoşin û gavê paşde navêjin.