Tevî zehmetiyan qurbaniyen komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
- 13:22 10 Cotmeh 2018
- Rojane
ENQERE – Qurbaniyên di Komkujiya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan li ber Garê hatin bibîranîn. Hevseroka 10'ê Ekîm-Derê Mehtap Sakinci Coşgun got: “Mitînga aştiyê ya nîvco ma em di sala sêyemîn de şîara aştiyê qîr bikin. Piştî 3 salan em li cihê qûrbaniyan e.”
Kesên di Komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber Qara Enqereyê jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Polîsan derdora Garê dorpêç kir û hemû rêyan girt. Tevî hemû astengiyên polîsan jî malbat û nûnerên saziyan bîranînê li dar xist û li cihê komkujiyê yên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.
Welatiyên derdorê bertek nîşanî helwesta polîsan dan û got: “Roja komkujiyê hûn li ku bûn?”
Di navbera malbatên qurbaniyan û polîsan de rageşî qewimî. Polîsan gaza îstoê reşand malbatan. Parlamenterên HDP û CHP’ê ketin navberê û rageşî bi dawî bû. Piştî vê rageşiyê hemû kesî berdan qadê. Welatiyan bariyerên polîsan xera kirin û dirûşmên “Qatil DAIŞ hevkar AKP” û “Dewleta qatil wê hesab bide” berz kirin.
Li gel hemû astengiyan bîranînê saet di 10.04’an de dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, Serokên Giştî yên KESK, DÎSK, TTB û TMMOB’ê, nûnerên saziyên civakî û gellek kes beşdar bûn. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu ewil axivî û heta hemû berpirsên komkujiyê bên darizandin dê têkoşîna wan dewam bike û wê hesabê hevalên xwe bixwazin. Çerkezoglu got ew sond dixwin ku wê dest ji têkoşîna xwe bernedin û dê qurbaniyan ji bîr nekin.
Piştî Arzu, Hevseroka Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakinci Coşgun axivî û wiha got: “Piştî komkujiyê cara ewil e li cihê komkujiyê saet di 10.04’an de em hevalên xwe bi bîr tînin. Ev 36 meh e em bi sebrin û têkoşîna xwe dewam dikin. Em wek mirovên agir bi mala wan ket hatin vir tiştek bêjin. Mitînga aştiyê ya nîvco ma em di sala sêyemîn de şîara aştiyê qîr bikin. Em ê daxwaza aştiyê her bînin ziman. Em ê dest ji aştî û demokrasiyê bernedin. Êşên me yên pir mezin hene lê ewqas jî peyîrek me ya bi rûmet heye. Piştî 3 salan em li cihê qûrbaniyan e. Em ê tiştên zor bi ser bixînin û em dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. Pergal her ku me qetil bike, em ê her li vir bin û dest ji vir bernedin. Em ê tim li kolan û qada bin û gotina xwe bêjin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
Piştî daxuyaniyê qurnefilan danîn ber peykerê ji karton çêkiribûn. Yên nas û xizmên xwe di komkujiyê de winda kirin dema çûn ber wêneyên karton xemgîn bûn. Piştî qurnefilan danîn ber peyker bîranîn bi dawî bû.